Parlamentera Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) Şadî Newzad eşkere kir ku Serokê Tevgera Nifşê Nû, Şaswar Ebdulwahîd gefa belavkirina dîmenên tazî yên parlamenteran dike.
Li Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro parlamenterên Tevgera Nifşê Nû Şadî Newzad û Sîrwan Baban civîna çapameniyê li dar xist.
Di civîna çapemeniyê de, Parlamenter Şadî Newzad bal kişand ser nakokiyên navxweyî yên Nifşê Nû û got; “Ji berî çend rojan weke parlamenterên Iraqê û endamên meclîsa bilind a Nifşê Nû yên Bexda, daxuyaniyek dan û me qala vê yekê kir ku Şaswar Ebdulwahîd û grûba wî dixwaze Tevgera Nifşê Nû ber bi malbatîbûnê ve bibe. Lê, tişta ku em şok kirin, gefa wî ye.”
Şadî Newzad wiha domand; “Berê hejmarek kesayetiyên rêzdar hatin Silêmaniyê ji bo ku beşdarî konferans û çalakiyên tevgerê bibin. Li kabînên gundê Elmanî û Çavî Land ew kes man. Lê niha gefê li endam û wan kesan dixwin ku daxuyanî dane, ku kamarayên çavdêriyê li wan kabînan hebûn ku jiyana kesan a taybet bi dîmen tomar kirine; û ew ê van dîmenan belav bikin.”
Bi dîmenên tazî gefê dixwin
Şadî got, “Bi name dîmenekî ku destkarî têde kirine ji min re gotin, ‘Li benda belavkirina dîmenê rût be.’ Heger Tevgera Nifşê Nû bi vî awayî nêzî jinên rêveberên xwe bibe, gelo wê çawa nêzî wan keçên nû gihîştî bibin ku tên boruyên Tevgera Nifşê Nû ji bo karên siyasî.”
Şadî Newzad da zanîn ku bi wê nameya jê re hatî, wê gilî kiriye, mijar biriye dadgehê û li dijî Şaswar Ebdulwahîd di demeke nêz de ew ê dozê veke.
ROJNEWS / HEWLÊR