Wexfa Jina Azad a Rojava ku navenda wê li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê ye, 4 meh beriya niha bi armanca perwerdekirina zarokên ku temenê wan di navbera 3 û 6 saliyê de ye, dest bi projeya vekirina dibistanan kir. Di çarçoveya projeyê de heta niha li bajarê Qamişlo 4 dibistan hatine vekirin.

Li dibistanên bi navê Dibistana Zarokan a ARÎ ku heta niha 4 şaxên wê hatine vekirin, zarok fêrî xwendin û nivîsandinê tên kirin. Her wiha zimanên Kurdî, erebî û ingilîzî jî tên fêrkirin û pêdiviyên din ên ji bo zarokan ên jiyana rojane tên dayîn.

Bi vekirina dibistanan re ji hemû pêkhatiyên herêmê gelek malbatan zarokên anîne û qeyda wan daye çêkirin.

Li van dibistanan zarokên ku bandora şer û pevçûnan li ser heye têne perwerdekirin û hewl tê dayîn ku ji vê deruniyê bêne derxistin. Her wiha li ser mijara ka dê malbat çawa nêzî zarokan bibin jî hefteyê carekê perwerde tê dayîn. Dîsa mehê carekê ji bo malbatên zarokan civîn tên çêkirn, kêmahiyên zarokên ji malbatê re tên ragihandin.


Bi sê zimana perwerde

Mamosteya Dibistana Dayikê ya ARÎ ku li taxa Xerbî hatiye vekirin Leyla Îsa diyar kir ku dibistanan wan 3 meh beriya niha hatiye vekirin. Leyla Îsa da zanîn ku niha 33 zarok li dibistanê têne perwerdekirin û wiha dom kir: “Bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngîlîzî ders tên dayîn. Ref li gorî temenê zarokan hatine cûdakirin. Ji bo zarokên di navebera temenê 3-4 saliyê de dersên cuda, ji bo zarokên 5-6 salî jî dersên cuda têne dayîn.”

Mamoste Sîdar Elî ku dibistana taxa Kornîş hatiye erkdakirin jî bal kişand ku di temenê biçûk de çi fêrî zarokan bê kirin, dê kesayeta wan jî wisa şekil bigire û wiha got: “Mirov di temenê biçûk de zarokan fêrî çi bike, dema mezin jî dibin li ser wê bingeha perwerdeyê şekil digirin. Ez jî ji perwerdekirina zarokan pir hez dikim. Lewma dema ders didim qet zehmetiyê nakişim. Ez baş dizanim ku zarok dema baş werin perwerdekirin, em bi wan serbilind dibin. Wextê ku ez xemgîn jî dibim  bi perwerde dayina zarokan ez keyfxweş dibim. Zarok xemla cîhanê ne.”

Sîdar Elî diyar kir ew li dibistanê tenê zarokan fêrî xwendîn û nivîsandin nakin û ev tişt anîn ziman: “Em zarokan fêrî paqijiyê jî dikin. Em ji zarokan re dibêjin dema sibehê zû ji xew radibin destê xwe bişûn, diranên xwe firçe bikin rûyê dayik û bavê xwe maçî bikin. Taştêya xwe bixwin çentê xwe yê dibistanê amade bikin û berê xwe bidin dibistanê.”


‘Em ji bandorên şer xilas dikin’

Sîdar bal kişand li herêmê rewşeke şer heye, lewre zarok jî di bin bandora wê de mane wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku em zarokan ji vê derûniya şer û kuştinê xilas bikin, em di nava hewldanan de ne. Bi perwerde û leyîstokan em zarokan ji vê rewşê xilas dikin. Zarokatiya me di hundirê şer de derbaz bûye, lê em naxwazin nifşê nû di vê rewşê de zarokatiya xwe bijîn.”

Mamoste Canda Emer ya li dibistana taxa Qudurbeg  jî anî ziman ku piraniya zarokên tên dibistana wan ji pêkhateya ereb in, lê ji bilî zimanê erebî, zimanên Kurdî û ingilîzî jî fêrî wan dikin.

Canda got ku ew û zarok fêrî hev bûne û ev tişt gotin: “Dersa herî zêde zarok jê hez dikin dersa leyîstok û ya sporê ye. Dema ev derst destpê dikin, zarok naxwazin bi dawî bibe. Her tim dixwazin weke mamoste em li gel wan bin.”


RIZGAR ADANMIŞ/ANHA/QAMIŞLO