Dengê Çiyayê Kurmancê hunermendê gewre Bavê Selah çend roj berê li Efrînê çû ber rehma Xwedê. Bavê selah gelek stranên giranbûha li pey xwe hiştin. Stranên wî ji aliyê nifşên nû ve jî bê gotin, wê li deşt û çiyayên Kurdistanê bilind bibe. 

Rêvşenbîr û xebatkarên Peymangeha Mûzîkê ya Adîkê li ser huner û jiyana Bavê Selah hest û fikrên xwe anîn ziman û gotin ew ê her tim hunera wî bidin jiyîn û zindî bihêlin. 

Ji rêveberên Peymangeha Mûzîkê ya Adîkê Elî Adî got,  Bavê Selah ji wan kesayetên niştimanperwer û çandparêz ên Kantona Efrînê bû. Her wiha Elî diyar kir, Bavê Selah xwest bi stranên xwe huner û çanda Kurdî bide jiyîn.

Adî li ser têkiliya Bavê Selah û peymangehê dibêje: “Me peymangeha Adîkê vekir da ku Huner û çanda Kurdî bixin nava jiyanê, piştre me ji Hunermend Bavê Selah daxwaz kir ku li peymangehê waneyên hunerî bide şagirtên peymengehê. Roleke wî ya pozîtîv di vejandina huner û çanda Kurdî de hebû.”


Ciwan soz didin Bavê Selah 

Nûrhan Mihemed Ehmed ku yek ji şagirtên peymangehê ye, soza şopandina riya hunermed û mamosteyê xwe Bavê Selah ê ku huner û çanda Kurdî ji nû ve vegerandiye rastiya wê, da.

Ji rêveberên Peymangeha Mûzîkê Arya Mihemed Ebdulrehman Reşîd jî li ser Bavê Selah wiha got: “Hunermend Bavê Selah wê timî di dil û ramanê me de be, em ê helbest û stranên ku ji gelê Kurd û Kurdistanê re gotine biparêzin û em ê li ser şêwaz û riya wî ya bi nirx bimînin.”

Hunermend Bavê Selah ji gundê Gorda yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye. Piştî 19 rojan ji ber kirîza dil di nexweşxaneyê de bû di 14’ê Tîmehê de jiyana xwe ji dest da.