AZÎZ OGUR/QAMIŞLO
Li Qamişlo li biryargeha YPG’ê ez li wan rast hatim. Du hunermend, du şanoger, du şoreşger. Bi navê Koma Bavê Teyar şano dikirin. Bi şêwazekî qerfî mizahî pirsgirêk û jiyana civakî radigihandin. Xelkê gelekî ji wan hez kir. Li hemû parçeyên Kurdistanê heta Ewrûpayê kaset û CD´yên şanoya wan di her mala Kurdan de hebûn.
Bi pêvajoya Şoreşa Rojava re karê hunerî sekinandine û ketine xizmeta şoreşê. Teyar şervanê YPG’ê ye. Cuma (navê wî yê hunerî Bavê Teyar e) endamê Asayişa Qamişlo ye.
Demekê em Sohbet dikin, mijar şoreş e, kar û xebat e. Ez gotinê tînim ser şanoyê, lê mîna cara yekê vê peyvê dibihîzîn bê elaqe tevdigerin. Dibêjin em vê gavê bi şoreşê re mijûl in. Jixwe, ma hunerê herî mezin ne şoreş e..!
Bi bîr dixin ku didu ji endamên vê komê; Gulîstan li çiyê, Osman jî di Berxwedana Rojava de tevlî karewanê şehîdan bûne. Di kêliya herî kûr a sohbetê de heval gazî dikin ku wesayît amade ne. Em xatir ji hev dixwazin. Ew ber cihê wezîfeyê ve, em jî ber bi Kobanê ve ber bi rê dikevin…