Niha ew dipeyivin hûn jî guh bidin wan
Ako Zada ji Civaka Kurd a Skoçyayê hem ji bo dîtina penaberan û hem jî ji bo wergera gotinên wan ji Kurdî û Karmand Alî jî ji bo hin qismên wergerê alîkarbûn bi projeyekê re ku destûrê dide penaberên di şertên zehmet de li Skoçyayê dimînin. Proje ji klîbên deng pêk tê ku pê kesên doza penaberiyê dikin, behsa jiyana xwe ya zehmet a di otelan de dikin. Beriya demeke kurt penaberê ji Sûrî Ednan Olbeh di odeya xwe ya otelê de mirî hatibû dîtin. Qismê diduyê yê projeyê jî li ser wî ye. Di qismê yekê de kesên doza penaberiyê kirine, dipeyivin.
Penaberên li derdora bajarê herî mezin ê Skoçyayê yanî Glasgowê dimînin, li dijî miameleya xirab a ku saziya koçber û penaberan MEARS bi wan re dike û li dijî wezareta karê hundir çalakiyên protestoyê jî organîze kirin. Tişta ew dixwazin beriya her tiştî ew e ku wan bibin starên li gorî insanan.
Komên MORE, The Unity Centre, Civaka Kurd a Skoçyayê destekê didin penaberan, lê ew tenê dikarin hefteyê çend pakêtên xwarinê bidin penaberan û bêhtir ji wan nayê. Ji Civaka Kurd a Skoçyayê, Ako Zada dibêje, ev qismek ji projeya wan a xwarinê ye, û ew xwarinê didin 3-4 otelên penaber li wan tên ragirtin.
Hefteya bihurî penaberên li otelan dimînin, dest pê kir xwe organîze bikin. Çalakiya wan a pêşî ew e ku ew êdî alîkariyên xwarinê qebûl nakin, heta ku wan bibin starên li gorî insanan. Heta niha li sê otelan 45 penaberên ciwan beşdarî çalakiyê dibin. Bella Caledonia jî xwest bibe dengê wan û bi wan re hevpeyvîn kirin, ku di çarçoveya projeya klîbên deng de hatin weşandin. GLASGOW