Mirov dikane bêje, ku ji 12’ê îlona 1980’yê, ji dema li Tirkiyeyê cûntaya leşkerî desthilatdarî hilanîbû destê xwe, vir de ev cara yekê ye xelk, bi taybetî jî xelkê Tirk, bi girseyî û bi vî rengî radibe ser pê.
Herwiha ev ji destpêka desthilatdariya hikûmeta AKP’ê ya 10 salî vir de jî serhildana yekê ya girseyî û giştî ya li hemberê hikûmeta AKP’ê û Serokwezîr R.T.Erdogan e.
Wexta ku têkoşîna Kurdan a çekdarî dihate meşandin, kesekî nedikanî li hemberê desthilatdarên Tirk dengê xwe bilind bike. Hikûmetên Tirk dikanî pirsgirêkên civakî di bin siya şer de bêtesîr bihêlin.Hikûmeta AKP’ê jî ev rewş mîna firsendekî bikar anî û dest avêt her qadê jiyanê û rabûn û rûniştina xelkê; wê li ku derê rûnin, li ku vexwin, li ku bimeşin, li ku hevdu silav bikin... Rengînî û zengîniya kultura civakî bi polîtîkayên otorîter yên bi rengekî îslamî hatiye boyaxkirin, hate zuwakirin û jiyan bê tam hate hiştin. Xelk feqîr ma, tu kesî nikanî dengê xwe bilind bike. Jiyan tev bi sembolên îslamî hate dagirtin û ev yek bi ser xelkê de mîna amûreke tirsandinê hate xebitandin, kesekî dengê xwe nekir.
Li beramberê vê yekê, xelkê Tirk heta îro bi polîtîkayên nijadperest û îslamîst hate xapandin û bi ser Kurdan de hate şandin. Hikûmeta AKP’ê hêrs, nerazîtî û bêzariya xelkê bi hostatî li ser Kurdan re berhêlkir. Her wiha feraseta xwe ya zordest û dijdemokrasî jî ji ber çavê xelkê veşart.
Lê ev çend meh in, bi pêşxistina pêvajoya aştî û çareseriyê re, pirsgirêkên esasî yên civakên Tirkiyeyê gişt xwe didin der. Niha di destê hikûmetê de hinceta şer jî nema û polîtîkayên xapandinê jî êdî mîna demên berê bi hêsanî nikanin werin meşandin. Him bi hemû rengînî û xwestekê xwe yê demokrasiyê ve civaka Tirkiyeyê him jî bi hemû feraseta xwe ya dijdemokrasî û zordest hikûmeta AKPê bi awayekî tazî li ber çavan e!..
Bindest bi bindestiya xwe û serdest jî bi zordestiya xwe li hemberê hev in!..
Ev serhildana li ‘Gezî Parki’ ya Stenbolê destpêkir û li bajarên Tirkiyeyê giştan belav bûyî jî encama vê rastiyê ye.
Niha di çavê desthilatdarên Tirk de civaka Tirkiyeyê ya serî hilda gişt wekî Kurd in. Ji sih salan vir de hikûmetan bi çi çavî li Kurdan mêzekirin, çi nav û nifir li Kurdan kirin û bi çitûlî bi ser Kurdan de hatin; ev hefteyek zêdetir e li Taksîma Stenbolê, li Îzmîr, Ankara, Adana, Antalya û bajarên din, serhildêrên ji her beşên civakê bi heman ziman û bi heman êrîşan re rû bi rû ne!..
Niha barê bindestan girantir bû. Li hinda çareserkirina pirsgirêka Kurd, niha pirsgirêka sazkirina demokrasiyekî nûjen jî li benda hewldanên Kurd, Tirk û xelkên din ên li Tirkiyeyê ye!.. Û wer xuya ye, ku demokrasî jî wê bi berxwedana li kolanan li hemberê tank, panzer, cop û gazê îsotê yê hikûmeta AKPê pêş bikeve.
Di heman demê de muxaletefeta xelkê ya rastî bi pêş dikeve û yên sexte yên mîna Partiya Gel a Komarê (CHP) jî teşhîr dibin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi pêşengiya Kurdan û beşdarvanên xwe yên pirrengî mîna muxalefeta bingehîn derdikeve qadê siyasetê...
Mirov dikane bibêje ku; Kurd îro him ketine dûv halkirina derdê xwe him jî yê xelkê. Bi barê xwe yê azadbûnê re, barê pêşengiya demokratîk kirina Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jî hilgirtine ser milên xwe. Lê bi Kurdan re hevaltî karekî zehmet e. Bona vê yekê, kesên diwêrin li hemberê zordestiyê li ber xwe bidin, divê ji zehmetiyên Kurdan kişandî re jî amade bin. Çawa hikûmeta AKP’ê wana êdî wekî Kurd dibîne; divê ew jî xwe mîna Kurdan birêxistinî bikin!..
Niha her kes Kurd e!
Ji 27’ê gulanê vir de li her çar hêlê Tirkiye û bakurê Kurdistanê li bajaran giştan xelk li ser pê ye! Kurd, Tirk, jin, mêr, ciwan, kal, pîr, karker, bêkar, xwendekar, hunermend, rewşenbîr gişt bi hev re rûpelekî dîrokê yê nû dinivîsin. Şev û roj serhildan û sloganên mîna, “Hikûmet îstîfa!” û “Tayyîp îstîfa!..”