
HEWLÊR
Nerazîbûna Iraqê siyasî ye
Berdevkê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê diyar kir ku wekî partî agehdariya wan ji peymana petrolê ya navbera Hewlêr û Enqereyê de nîne û wiha got: “Li gor destûra Iraqê mafê Herêma Kurdistanê heye petrolê bişîne derve û peymanên petrolê îmze bike.”
Berdevk û endamê polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Xelîl Îbrahîm li ser peymanên ji bo şandina petrola Herêma Federal a Kurdistanê ya ji bo Tirkiyê ji DÎHA’yê re axivî. Xelîl Îbrahîm da zanîn ku peymana şandina petrolê hê jî nehatiye îmzekirin û wiha got: “Li gor destûra Iraqê mafê Herêma Kurdistanê heye rêveberiya petrola li Kurdistanê bike, derbêxe û bişîne derve. Ji ber heta niha yasaya petrolê ya Iraqê derneketiye û tevlî sala 2007’an projeyek hebû. Ev projeve bi hevkariya Herêma Kurdistan û hikûmeta navendî ya Iraqê hatibû amadekirin, lê hê jî parlamentoya Iraqê biryar li ser nedaye.”
Xelîl Îbrahîm destnîşan kir ku Iraq bi xwe îtirafê bi peymanên Herêma Kurdistanê dike û wiha pêdeçû: “Li Herêma Kurdistanê yasayek taybet heye û ev peyman yasayîne. Raste petrol û hemû serwetên xwezayî, mafê hemû gelê Iraqê ye. Madem heta niha yasayek taybet ji bo petrol û gazê tune ye, berî niha hevpeymaniyek di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê de heye, peymanên bi vî awayî ligel gelek kompaniyan hatiye îmzekirin. Herwiha Iraqê pereyê wan kompaniyan jî daye û ev tê wateya Iraq bi xwe îtirafê bi van peymanan dike.”
Li ser nerazîbûna Iraq û Amerîka ya derbarê peymana petrolê ya navbera Hewlêr û Enqereyê de, berdevkê Yekgirtûya Îslamî wiha got: “Demek dirêje di navbera Hewlêr û Bexdayê de nakokî hene. Ji ber yasaya 2007’an hê derneketiye, nerazîbûna xwe diyar dikin û ev nerazîbûn jî siyasiye, ne yasayiye. Li gor destûra Iraqê mafê me heye. Meseleya Amerîka û helwesta wê jî, peywendiyên wan ligel Iraq û Îranê hinekê xweş dibin; bi dîtina me jî ev helwestekî siyasiye. Mafê wane çi helwestê werbigirin. Em nabînin ku Herêma Kurdistanê tiştekî neyasayî kiribe.”
Agehdariya ji peymanan nîne
Li ser pirsa ‘Wekî Yekgirtu agehdariya we ji îmzekirina vê peymanê hebû?’ berdevkê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê wiha got: “Nexêr. Ev ne karê partiyane. Karê hikûmetê ye û karê xwe dike. Em wekî partî heta niha nizanin çi corê peymanane hatiye îmzekirin û naveroka wê çawaye. Dibe ku hinek têbiniyên me li ser naverokê hebe, lê em behsa wê yekê dikin gelo mafê Herêma Kurdistanê heye petrolê bişîne derve? Gelo mafê Herêma Kurdistanê heye peymanan ligel kompanî û dewletan îmze bike? Belê heye. Hê jî agehdariya me li ser naverok û çawaniya wan peymanan nîne.”
Berdevk û endamê polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê eşkere kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze paşeroja xwe diyar bike û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Heta niha pere, derman û aboriya me di destê Iraqê de ye û ji wir tê. Divê hewl bide ku roj bi roja Herêma Kurdistanê ava bike û pêş bêxe.”
DÎHA/HEWLÊR