HEYSEM MISLIM / ANF / REQA


Neîmê ‘dîn’ yek ji rengê Berxwedana Kobanê bû. Ji destpêka êrîşa li ser Kobanê heta roja rizgariyê tevî çeka xwe li ger berxwedêran bû. Naîm ê ku demeke dirêj agahî jê ne dihate standin li Reqayê derket. Ala QSD’ê û YPJ’ê daliqand û rizgarkiya Reqayê bi gotinên xwe yên navdar: “Niha li Reqayê heywan neman“ ragihand. Li gorî Neîm, heywan tê wateya DAIŞ’ê. Di rizgarikrina Reqayê de Neîm dîsa li pêş bû û dirûşmên serketinê diqîriya. Ji xwe beriya her kesî, wî al li qada Al Neîm a Reqayê daliqand. 

 Dibêjin Neîm dîn e... Lê her kes dizane Neîm dîn jî be dînekî berxwedêr e....