Komeke eskerên bi pere yên nijadperest ên Efrîka Başûr, li gorî endamekî komê yê berê, di salên 1980´yî û 1990´î de bi zanîn xelk vîrûsa HIV´ê xistine, ji bo ku belavkirina nexweşiya AIDS´ê di nava reşikên welêt de bi pêş bixe.
Ev endamê komê ji belgefilma bi navê Cold Case Hammarskjöld re peyiviye. Belgefilm jî ji bo cara yekem dawiya hefteya bihurêî li festîvala filman a Sundanceê ya li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hat nîşandan.
Rojnameya The Guardian Sundayê jî behsa naveroka wê kir. Kesê bi navê Jones ku karmendekî îstîxbaratê yê Efrîka Başûr bûye li Înstîtuya Lêkolîna Deryayî (SAIMR). Jones dibêje SAIMR´ê darbe û şidet li Efrîka Başûr organîze dikirin.
Jones dibêje, lîderê SAIMR´ê Keith Maxwell "xwedî fikreke sabit a nijadperest û mehşerane bû elaqedarî AIDS´ê"
Li gorî belgefilmê, Maxwell bi îdîaya ku doktor be li deverên xizanan ên reşikan klînîk vekirine û xelk bi vîrûsa HIV´yê xistine. Film wê 2´yê Sibatê li Danîmarkayê bikeve vîzyonê. Film li doza mirina Sekreterê Giştî yê Neteweyêîn Yekbûyî yê berê, Dag Hammarskjöld dikole.
NAVENDA NÛÇEYAN