Necmettîn Fendîk ê li Geverê pêr polîsan di serdegirtina mala wî de birîndar kir, jiyana xwe doh ji dest da. 
Polîsan pêr li taxa Gungor a navçeya Colemêrgê Geverê, bi ser mala Necmettîn Fendîk de girt û Fendîk gulebaran kir. Fendîk bi giranî birîndar bû, û paşê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Fendîk ê li Nexweşxaneya Geverê dihat dermankirin tevlî hemû mudaxeleya bijîşkan jiyana xwe ji dest da. Xizmên Fendîk yên ku agahiya mirina wî bihîstin, çûn ber nexweşxaneyê. Bijîşkan ji malbatê re got, dema Fendîk anîne nexweşxanê rewşa wî giran bûye û şansê rizgarkirina wî hindik bûye. Bijîşkan ji malbatê re wekî din got, gule di sîngê re ketiye hûndir û organên hinavên wî parçe kirine. 
Heta nûçe dihat amadekirin jî derbarê kuştina Fendîk de Midûriyeta Polîsan a dagirkeran a li Geverê, Qeymeqamiya dagirker a li Geverê û Walîtiya dewleta Tirk a dagirker li Colemêrgê ti daxuyaniyek nedabû raya giştî. 
Hevjîna Fendîk piştî bûyerê, ji ajansa nûçeyan DÎHABER´ê re gotibû, polêsan pitika wê ya piçûk a di destê keça wê de girtiye û herdu avêtine erdê, li devê dika mala wan. Wê her weha dema behsa zilma dewleta dagirker kir, îşaret pê kir ku hevjînê wê ne reviye jî, karker bûye û dema hatî qetilkirin hîna toza sîwaxê li ser wî hebûye. 


 GEVER