Yek ji penaberên ji Şengalê, Dexîl Xizir ku zarokên wî jî xwendevane û niha di konbajaran de li Dihokê jiyan dike, li ser mijarê wiha ji RojNews re axivî û got: “Mafê bi hezaran xwendevanên me hatiye xwarin. Ti pêdiviyên wek dibistan, pirtûk û hwd. nehatine bicih anîn û her sal jî bi ser polên wan ve derbas dibe. Ev yek ji bo pêşeroja wan jî xirabe.”

Xizir bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dike ku çarekeyekî ji bo xwendevanên koçber bibîne.

 

Dibistan li nêzî wan tineye

Dîsa yek ji penaberê ij Şengalê, Necim Ebdulah ku ew jî zarokên wî yê xwendevan heye ji RojNews re diaxive û dibêje ku nêzî 9 mehe ew di nava çadiran de dijîn û ti dibistan jî li derdora wan nîne. Ebdulah diyar dike ku zêdetirî 10 xwendevanên wan hene, dixwazin bixwînin lê belê nikarin û wiha berdewam kir: “Li hinek kampan dibistan heye ji bo wê jî em dixwazin biçin wan kampan da ku zarokên me bikaribin biçin dibistanê.”

Xwendevanekî penaber jî ji RojNews re diyar dike ku ew niha di pola duyemîn a navîn de ye û ger îsal bi ser xwendina wî ve derbas neba niha pola sêyem bû. Xwendevanê penaber ku di kampên Dihokê de dimîne, dide zanîn ku li nêzî wan ti dibistanek tineye û wiha dibêje: “Ew jî wek hevalên xwe dixwaze biçe kampên din ji bo ku li wir xwendina xwe berdewam bike.”

Hêjayî gotinê ye niha zêdetirî 800 hezar penaber li parêzgeha Dihokê di nav 22 kampan de dimînin. Di hinek ji van kampan de dibistan hene lê belê ji ber nebûna pêdiviyan xwendevan nikarin biçin dibistanê. 


 ARAS HISÊN/ROJNEWS/DIHO