Walîtiya Êlihê di 25’ê Cotmehê de li navçeyên Hezo û Sasonê 13 qadan wek “Herêma ewlehiya taybet” îlan kiribû û têketin-derketina gelek gundan hatibû qedexekirin. Ev qedex hîn jî didomin. Di nav gundên hatine qedexekirin, gundên Timoq û Dera jî hene. Gundiyên ku debara xwe bi berên li gund hildiberînin dikin ragihandin ku, ji ber van qedexeyan ew nikarin biçin gundên xwe, ji ber niakrin sewalvanî û çandiniyê bikin jî, heywanên xwe firotine û pêvajo bandoreke neyînî li ser wan kiriye. 

‘Ev pincar tenê li gundê me hene‘

Bazarvanê 22 salan Ahmet Tûfan (58) ê li Hezoyê, li gel gihandina pincaran, li bazarê karê tuhafiyeyê dike û amûrên rihêlê difiroşe wiha got: “Pincarên ez digihînim, tenê li Gundê Derayê tên gihandin. Hem bi rengê hem hem jî bi tahma xwe, ji pincarên din cuda ye. Em pincaran li ser erd bi awayekî organîk hildiberînin û ji bo gihandina wan gubreyê xwezayî bi kar tînin.” 


Tûfan balê kişand ser rewşê û wiha ragihand: “ Wek Gundê Timoqê, em nikarin biçin Gundê Derayê jî. Em nikarin biçin gundê xwe. Dema em tên bazarê jî rastî venêrîna nasnameyan tên. OHAL û pêvajoya pevçûnî zaf bandorê li me dike.” 
Kaya diyar kir ku, ew berê li gund bi sewalvaniyê re bilî dibû, lê belê ji ber li îlankirina qedeyên li herêmên bejahiyî yên Hezoy, leşker destûra çûyîna gund nadin û wiha domand: “Ji seba qedexeyan, ji be rêdî em niakrin sewalvaniyê bikin, ji neçarî min heywanên xwe firotin. Dixwazim demildest dawî li pêvajoya pevçûnî bê û her tişt bibe wek berê. Ez ji vê pêvajoyê bi fikar im.” 


 ÊLIH