
YEKO ARDIL
Li paytexta Elmanya Berlînê perwerdeya rojekê ya Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) hate lidarxistin. Her du mizgeftên Kurdan yên li Berlînê û oldarên Kurd jî beşdarî perwerdeyê bûn. Li ser pirs û pirsgirêkên CÎK´ê hate rawestîn û plansaziya dema pêş jî hate kirin. Di dawiya perwerdeyê de ku rojekê kudand, me bi hevserokê CÎK´ê Hafiz Ahmet Turhalli re li ser naveroka perwerdeya wan, pirsgirêkên heyî û pirsên bi dîn tên şîrovekirin sohbet kir.
Turhalli bi bîr dixe ku ev perwerdeya hanê ji bo tevahiya cemaeta CÎK´ê ye, ji bo xwe di ber çav re derbas bike, kêmasiyên xwe careke din bibîne û wiha dewam dike: “Wek tê zanîn me kongreyeke nû li dû xwe hişt, tevî guhertinê rêzikname û destûrê. Ji bo naverok, bername û plansaziya me were naskirin û em di pêş ve mirovên xwe bi awayekî zanabûyî di nav kar de bibînin, me ev perwerde lidar xist. Jixwe, bi awayekî rutîn em perwerdeyên xwe yên hefteyî û mehane pêk tînin. Lê ew bêhtir ji bo xebatkarên me ne. Lewre nêzîkbûneke Îslamê ya şaş heye, bi navê Îslamê de tiştên pirr xerab tên kirin. Mêjiyê mirovên me tevlihev dibe, lewre em dixwazin ola rastî bi xebatkarên xwe bidin zanîn. Da ku ew jî bikarin berpirsyariya dikeve ser milê xwe rakin.”
Îslama sexte deşîfre dikin
Turhalli li ser pêwistiya damezrandina rêxistineke Îslamî a Kurd jî got, Îslamiyeta texrîfkirî herî zêde li ser gelê Kurd hatiye bikaranîn û wiha li ser meselê peyivî: “Însanên me li ser navê dîn dixapînin, ji rê derdixînin. Bi kê dixapînin? Bi melayên xwe yên bi peran ku bi dahata haşa ji kerxaneyan, ji alkolê û bi baca ji wan karên kirêt bidesketî wan têr dikin, ew jî dinê sexte bi mirovan didin naskirin. Em wek CÎK´ê xwedî îdîa ne ku Îslama rastî bi mirovên xwe bidin naskirin. Em dixwazin Îslama sexte bidin deşîfrekirin. Niha li Ewrûpayê îslamofobî bi pêş ketiye, ji ber çi? Lewre li ser navê Îslamê pirr tiştên xerab tên kirin. Ez demek berê li zanîngehê tevlî konferansekê bûm. Di wir de min carekî din jî dît ku Elman jî Îslama rastî nas nakin. Îslama ku bi destê sextekaran hatî herifandin nas dikin. Ya ew dikin ne ol e, ew dixwazin bi riya olê serdestiyê li gel bikin. “
Pêşî li ola sexte bigirin
Turhalli di dewamê de jî got, karê rohnîkirina dînî, deşîfrekirin û jiholêrakirina dînê sexte jî wekî karekî pîroz bi nav kir û armanca din a perwerdeyê jî wiha rave kir: “Armanceke din a perwerdeya me jî ew e ku em pêşî li ola sexte bigirin, da ku dizî, derew û xerabî nekeve nav civata me jî. Wekî din divê oldar û xebatkar ji bo Xwedê û xizmeta gel oldariyê bikin, karê dînî bikin, ne ji bo pere û malê dinê.”
Xurtiya rêxistina CÎK´ê
Hevserokê CÎK´ê Hafiz Ahmet Turhalli got, li Ewrûpayê qederê 50 mizgeftên wan hene, hejmara endamên wan qederê 8 hezaran e û her diçe ev hejmar zêde dibe. Turhalli îşaret bi heqîqetên di nava civakê de û şik û dubendiyê bi xelkê re çêdike dike û wiha dewam dike: “Îslamiyeta ku em dihebînin a civakê ye, ne ya serdestan e. Civak bi çi hewce ye? Eger hejar be em jê re peran didin hev. Eger nexweş be em li halê wî dipirsin, eger zilm lê hatibe kirin, em xwedî lê derdikevin, ev jî dibe sedem ku xelk ber bi me ve bê. Kêmasiyên me yên pirr cidî hene lê wek CÎK´ê em ê bi destûra Xwedê bikarin xizmetên baştir bikin.”
Yên me bi tevahî 50 kes in
Turhalli li ser mijara têkilîdanîna bi civakên din ên Misilman û civakên ji dînên din jî îşaret bi wê zehmetiya Misilmanbûna hêzên dagirker ên Kurdistanê kir û wiha dewam kir: “Li Tirkiyeyê 120 hezar mele hene, yên me bi tevahî 50 kes in. Nikarin derkevine pêşberî me. Di konferansan de gava em rastî hev tên, derdikevin diçin, çima? Lewre dînê ew behsa wî dikin ji bo desthilatê ye, yê em behsa wî dikin ji bo civakê ye. Kesek dikare bi azadî li ber me bibêje ez bê ol im. Her wiha neteweya me jî li dijî xwe dibînin, gava tu dibêjî ez Kurd im, te demildest wek dijmin dibînin. Ya rastî li gorî ol kî nebêje ez Kurd im ji olê derdikeve. Xwedê dibêje, zimanê we, rengê we ayetên min in. Ew înkara ayetan dikin, ji dîn derdikevin.”
30´î bêtir jî şehîdên me hene
Li ser 23 salên tevgera Îslamî ya Kurd Turhalli dibêje, “Heta niha ji 30´î bêtir jî şehîdên me hene. Xebatake pir rast û baş bû, em zêde bi ser neketin. Em li vir muhasebetul nefs jî dikin. Madem em xwedî heq in, çima em bi ser neketin.” Bi heman rengî îşaret bi sedemên derve (ji ber kurdbûnê dîwarek li ber tevgerê ava dibe), û yên hundir (kuştina Kurdan li ser navê Îslamê) dike û wiha dewam: “Hewldana me ew e ku ola rastîn û wisa jî rastiya Kurdistanê bi civakê bidin fêhmkirin.”
Şideta li dijî jinê
Li ser şideta nava malê û li dijî jinê jî hevserokê CÎK´ê Turhalli dibêje, “Em Kurd tên pelixandin û sûravkên wê jî li malê di serê jin û zarokên xwe re derdixin. Em wek CÎK´ê vê yekê, wek zulmeke mezin dibînin. Pêxemberê me dibêje, behuşt di bin lingê dayîkan de ye. Xwedê dibêje, jin û mêr wek hev in. Lê em dibînin di vir de jî têgihiştineke şaş heye. Çawa? Jinê wek mirov nabînin; di meseleyeke li Berlînê jî, gotiye, ez bibêjim çi divê wek min bike. Ji ber ku jin çûye nexweşxaneyê serdana eqrabeyekî, hatiye kuştin. Ev qetlîam e, ev felaketek e. Em di perwerdeyê de jî li ser sekinînin. Di nav bername û rêgezên me de jî maf û hiqûqa jinan heye, em diparêzin. Îslam jî vê derfetê dide me.”
Bila xwe nedin paş
Hevserokê CÎK´ê Hafiz Ahmet Turhalli herî dawî li ser tedbîrên xwe yên li dijî vê yekê jî dibêje, ew ê jinan li mizgeftên xwe bi cih bikin û wiha dewam dike: “Pêxember dibêje, jin emanetên Xwedê ne, baş lê miqate bin. Bila mirovên me bi xwe û bi me bawer bin, em ê bi ser kevin. Lê alîkariya wan jî lazim e, ji bo em ji van nexweşînan bi giştî rizgar bibin, xebat û alîkarî divê, bila xwe nedin paş.“