Heta niha welatiyên li gundê Golord, Memişte, Zevesorana Binî, Zevesorana Serî, Gipe, Pişkesîr, Şagolorord, Bisitki yen derdorê qereqolên seyar ên herêma Girê Rahmo hêj li gundê xwe venegeriya ne. Li herêma gundên Mirgi, Xelkan, Ayîr, Baştazin yên Girê Tîlanê ji destpêka biharê heta niha qereyolên nû tên avakirin. Li herêma Mirgan û derdorên wê jî leşker tên bicih kirin. Li herêma gundên Vargeniman, Şahî û Astenga Reş yên Geverê jî 3 qereqolên nû tên avakirin. Hat zanîn ku li herêma Xirvata, Ziniye Ahmedo dê qereqola polîsan bê avakirin. Li herêma Oramarê jî dê 3 barageh bên avakirin.
'23 salin min gundê xwe nedîtiye'
Welatiyê gundê Matê yê derdora Çiyayê Cilo Fehima Terzîoglu, diyar kir ku 23 salin wî gundê xwe nedîtiye û nikare li gundê xwe vegere. Terzîoglu, anî ziman ku ew êdî şer naxwazin û wiha got: "Ji bo em karibin li gundê xwe vegerin divê
Ji bo em biçin herêmê divê leşker ji qadê derkeve û qad bê haqijkirin. Em bang li hikûmetê dikin û dixwazin van astengiyên li pêş welatiyan rake."
Welatiya bi navê Guruşe Ozkan ku di sala 1992'an de gundê xwe yê Ciyanişê ji ber zextên dewletê û leşkeran terk kir diyar kir ku ew êdî dixwazin li gund û warên xwe vegerin û wiha got: "Li vir jiyana xwezayî pir cuda ye. Li gund hemû darên deam ên gwîz, sêv û hemû cureyên din çêdibin. Em nikarin li bajaran bijîn. Em dixwazin li ser daxwaza Rêbertiya xwe li gundên xwe vegerin. Em dixwazin li gundê xwe vegerin û jiyana xwe ya xwezayî bijîn."
Prz. Nevzat Anuk jî anî ziman ku di çarçoveya "Projeya vegera gundan" de Daniştayê biryar girtiye û diyar kiriye ku li gund kesek ji hebe ew gund ne vala ye. Prz. Anuk, xwest êdî şert û mercên vegera gundan bê avakirin û welatî karibin li gundên xwe vegerin.
Di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de welatiyên 9 gundên Geverê vegeriyan Haciyan, Zereni, Pagenk, Êlê, Qember, Kavlegund, Serangîl û gundên girêdayî Şemzînanê yên Nîrkula Serî, Nîrkula Navî, Nîrkula Jêrî demsala baharê çûn gund û di demsala payizê de dîsa vegeriyan bajar.
DÎHA/COLEMÊRG