ZIBÊR BRADOSTÎ / ROJNEWS / HEWLÊR
Êrişên dewleta Tirk tesîreke xirab li jiyana xelkê devera Bradostê dikin. Xelkê deverê, debara xwe bi pincarên biharê dikin.
Xelkê herême ji ber tehlûkeya balefirên artêşa Tirk nikarin derkevin çolê û giyayên biharî berhev bikin. Her sal bi hatina Biharê re welatiyên gundên li devera Bradosta ser bi Hewlêrê, ji bo pincaran berê xwe didin çiya û zozanên deverê. Lê niha ji ber hebûna eskerên dewleta Tirk a dagirker û balafirên wê, tehlûke li ser jiyana welatiyan çêbûye.
Ciwanên herêmê li ser mijarê nerazîbûna xwe anî ziman. Ciwanê bi navê Mehdî Awdî dibêje: ”Em sibehê li gel hevalên xwe diçin deverên çiyayî ji bo berhevkirina giyayên weke Kereng, Rêvas, Karî, Lûşik û wekî din. Ji ber bombebarana balefirên şer ên Tirkiyeyê, tehlûke li ser jiyana me heye. Gelek caran em nekarin pincar kom bikin.”