Serokê Yekîtiya Navneteweyî ya Rêxistinên Civakî yên Kurd Mêrab Şemoyev axivî û got: “Komên çete yên bi piştgiriya hêzên navneteweyî û bi taybet Tirkiyê dixwazin van desketiyên Kurdan ji destê wan bigrin. Em wek Kurdên li Rûsyayê dijîn li bendê ne ku Rûsya jî alîkariyê bide gelê me.”

Serokê Rêxistina Parastina Mafên Kurdên Moskowayê "Mezopotamya" Refîkê Kamil jî wiha axivî: “Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike lê li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo Kurd têk biçin û qetil bibin çi ji destê wê tê dike. Pêwîste dewleta Tirk dev ji van emelê xwe yê kirêt berde. Em bi hemû nefret û kîna xwe êrîşa DAIŞ şermezar û lanet dikin. Ti hêzên tarî û reş nikarin roja gelê Kurd tarî bikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de Serokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Ferderasyona Rûsyayê Ferhat Patiyev jî axivî û got: “Çi dibe bila bibe hemû Kurdên bi şeref û namûs pêwîste xwedî li Kobanê derkevin. Divê li hemû cîhanê Kurd dengê xwe bilind bikin û komên çete DAIŞ û hevkarên wê şermezar bikin. Pêwîste ev berxwedan di wê aste de be ku çi dewletên Eweropa, çi Amerîka û çi jî NY bi helwesta Kurdan biheje ji bo parastina Kobanê tu riyê din nîne. Parastina Rojavayê Kurdistanê û rêya parastina tevahî gelê Kurd di vê re derbas dibe. Bêyî ku mirov dem winda bike heya ku ji dest mirov tê çalakiyên girseyî neyên rawestantin û çalakiyên li Bakurê Kurdistanê û herîkîna li ser sîrnorê Kobanê û rakirina sînor ji holê karê yekemîn ku em bikin e. Bi vî awayî em dikarin DAIŞ a ku bûye belaya serê gelê me ji holê rakin.”

MOSKOW