Hêja Mehmed Tiniq  li her xwepêşandan an jî civînan slogan wî hebû ku heta îro jî li ser zimanê xelkê ye. Ango “ji kurdan re azadî”. Hin caran gotinên Dr. Şivan bikartanîn. Wek minak; ”tatlı su balığı” kurdiya wê, ‘masiyê ava şêrin’.
Birêz Mehdî Zana navek din li ”tatlı su balığı” dikir. Jê re digot; ”Îngiliz Kemal”. Wana îro gotina niviskarê kurd Mehmed Uzun, ”dinosawer” anîn bîra min. Îca hin ”dinosawer” vê demê ji diasporayê diçin û dibin mevanên dewlet û hikûmet tirk.Gerek em matmayî nemînin.
Cenap Gulpinar mebûsê AKP’ê ye. Ji hêla Qerejdaxa kevrê reş e. Navê bavê wî ”Şex Bavo”, Halid Gulpinar e. Qerejdaxê bûne şêx û xwediyê 7 (?) gundan e. Komara Misto Kemal, bapîrê wî bi serokê kurd Şêx Said re li Amedê daliqandin.  Dibêjin ne Cenap Gulpinar û nejî bavê wî, rojekê ne çûne ser tirba  bapîr û bavê xwe.
Cenap Gulpinar xulamê dewleta tirk e. Xulamekî jêhatî ye. Li gor dibêjin; çaxa  otomobîla wî diçe gund, gundiyên ku nagihijinê herin tewafa wî, cîhên dolabên trimbêla wî diramîsin.
Rojnevan Sînan ê  bi eslê xwe ji Bohtan ku li televisyona kurdan Roj TV program çêdikirin, di programekê li ser Apê Mûsa de, di derheqa Cuneyt Zapsû de hin agedariyên şaş dan. Wê ciwamêr bihata nik min ji bo ku em hin şaşiyan serast bikin lê birêz Sînan hîn jî dê bê.
Îca, Abdulrahim Zapsû xezurê Musa Anter ê, Pişti suguna wî ya li Çiyayê Kaf, berya Komara Tirkî (TC) kovara JÎN derdixist ku dûra li Swêdê Mehmet Emin Bozaslan kir 5 cild û jinûve çapkir. A. Zapsu ”Buyuk İslam Tarihi” nivîsî ye û di alema musulmanan de alimek wan yê naskirî ye. Di nava xelkê de bêhtir bi helbesta xwe ya bi navê ”Axîna Welat” tê naskirin…
Xatûna wî ji Bedirxaniyan e. Du law û du qîzê wî hebûn. Pertew, Metin, Jale û xanima Apê Musa, Hale Anter. Jale xatûn bi albayekî dişibiya tirk re zewicî bû.
Metin Zapsû li Munihê dijiya. Di nabêna Aleman û Tirkî de, bazirganiya otomobîlan dikir. Dilê wî bi ser kurdan vebû. Hin xwendevanên kurd bi otomobîl û alikariya wî hatine welatên Ewrûpayê.
Xanima Pertev Zapsû, dûra bibû musulman. Pertev Zapsû Dolemend bû. Zapsû Holding li dûv xwe hişt. Dost û hevalê Xoce Erbakan bû... Du layê wî hebûn Aziz û Cuneyt Zapsû. Apê Musa digot; “Lawo, Eziz ji me re û Cuneyt jî ji wan re!” Çi bi Aziz Zapsu hatiye hayê min jê tune. Lê Cuneyt Zapsu di teşkilata AKP’ê de giraniya wî pir e. Yek ji şêwiremendê Recep Tayip Erdogan bû û li gor dibêjin li nik hikûmetê gotina wî, ji qewla Siwêrêkiyan ve, pere dike.
Ez serê we ne êşînim, wan rojên dawî yek din jî li xwe zêde kirine. Ev çend rojen medya tirkan li defê dixin. Bê istisna garan giş li dûne. Tu dibê qey tiyatro dilîzin, senaryoyek erzan. Name tên xwendin.
Serok wezîrê tirk di parlamentode dike mijara axaftine. Medya tirkî bazdide Stilîlê ser gora Apê Mûsa. Li vê sosretê binerin. Serekwezîrê tirkan ferman daye ku lawê Musa Anter - devê min nagere ez bêjim-  Anter Anter were ser gora bavê xwe. Dûra jî em dixwînin ku begefendî di warê siyasetê ji dixwaze karekî bike. Çi keramete ez nizanim lê yê dibin mevanê hikûmet AKP yê giş heman gotinê dibejin.
Di rojêk wiha de ku di gorê de jî dew ji Musa Anter bernadin…
Di rojek wisa de ku devleta tirko bela xwe li sax û miryê me kurdan dide…
Di rojek wilo de ku kî bikeve ber van, digrin û davêjin zîndanan...
Hûn dizanin ku wan rojan li kolanên Amedê, li ber Emniyet Merkezi ya kevin, di encama kolandinan de hestiyên mirovan derdikevin. Li gor tê gotin, iskeletên kurdên ku li hember çavsorî û hovitiya dewletê li berxwedane û doza mafê kurdan kirine.
Rê bidin ez hin gotinên Musa Anter bi we bighînim. Rojekê bi Apê Mûsa, xanima wî Hale  Anter, bi teksiya Xelikî yê Binxetî ve, me ji Nisêbîne da rê û hatin Amedê... Me Sultan Şêxmus derbaskir. Apê Mûsa dest bi axaftinê kir û kêm-zêde wiha got: “ Biner birakno, heger tu ji wir heta Amedê vê riyê bikole, tê ji laşê insanan nikaribe bimeşe. Di dema  serhildana Sêx Said de gelek kurd li ser vê riyê hatin kuştin. Lê biner ez ê tiştekî din jî ji we re bêjim, heger em jêra bedena Amedê bikolin, em ê li gelek terman rast bên. Komara tirkî muxbirê xwe ji nav kurdan dineqandin, karê xwe bi wan dikedan û dûra jî dikuştin û li binê bedenê wedişartin.”
Kî dizane, belkî Apê Musa ji bo rojek wek roja îro ew çirok ji mer e digot.
Me ders jê girt. Em ê wek her kurdekî bi rumet  ji riya Apê Mûsa dernekevin in.
Îca ”tu” dizanî!

SEYIDXAN ANTER