Ya yekemîn, gelo yê Sûriyeyê birêve dibe hun in? Eger hun bêjin belê, wê demê berpirsiyarê vê pêvajoya bi xwîn jî hun bixwe ne. Wê demê ma gotina qatil ya hun ji bo Beşar Esed bikar tînin, gelo ji bo we jî derbas nabe? Na eger ti bêjî ez birêve nabim, wê demê çi elaqê tê ji rojavayê Kurdistanê ku ti wê weke Bakurê Sûriyeyê binav dikî heye? Ya dûyemîn, ma Sûriyeyê ne welateke xwedî sînorên diyar e? Te mafê destwerdana karûbarên hundûr yê vî welatî ji kê wergirtî ye? Eger ti dibêjî, armanca me ew e ku di vê pêvajoya xerab de em destekê bidin gelên li Sûriyeyê, divê ti baş zanibî ku gelê Kurd yê rojavayê Kurdistanê jî, di nava sînorê vî welatî de dijî. Eger ti desthilatdariya Sûriyeyê weke rêjîmeke dîktator binav dikî, eger ti dixwazî li vî welatî demokrasî pêş bikeve, wê demê ti çima vê yekê ji bo gelê Kurd jî naxwazî? Ka qasî zêdetirî salekê ye ku te digot, gelên Kurd û Tirk biran e? Pirsa me ya din jî, li aliyekî hunê têkoşîna çekdarî ya artêşa Sûriyeyê a azad ku bi awayekî dijwar birêve diçe weke têkoşîneke mafdar binav bikin, lê dema gelê Kurd ji bo mafên xwe dibe xwedî komîteyên parastinê, hunê wî weke terorîst îlan bikin. Ma gelo ev yek ne nîşaneya durûtiya we ye? Êdî baş tê fêmkirin ku dema mijar dibin Kurd, niyeta te ya rast derdikeve holê. Êdî bi awayekî zelal eşkere ye ku ti û welatê te xwedî nakokiyên çawa ne.
Bi vê helwesta te, êdî gelê rojavayê Kurdistanê û tevhiya Kurd fêm kirin ku çendî dijminahiya Kurd li cem te pêşketiye. Êdî eşkere bû bê siyaseta înkar û tinekirinê ya dewleta Tirk bandoreke çawa li te kiriye. Ji xwe gelê Kurd di meş û xwepêşandanên xwe de jî, vê rastiya te tîne ziman. Beriya çend rojan Serokatiya Desteya Rêveber a KCK jî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku Erdogan ne tenê dijminê PKK, ew dijminê tevhiya gelê Kurd e. Xweranegirtina Erdogan ya li hemberî destketiyên gelê rojavayê Kurdistanê, dijmanahiya wî ya li dijî Kurdan raxiste ber çavan. Li hemberî vê dijminahiya Erdogan, divê beriya her kesî, Kurdên Bakurê Kurdistanê yên hê dengên xwe didin AKP vê rastiyê ji her kesî zêdetir bibînin. Di heman demê de, hin derdorên li Başûrê Kurdistanê jî ku li ser hîmê berjewendiyên aborî hêviya xwe bi AKP xurt dikin, divê van têkiliyên xwe di ber çavan re derbas bikin. Gelê rojavayê Kurdistanê vê gavê li bendê ye ku hemû hêzên siyasî yên Kurd li hemberî vî serokwezîrê ku dijminahiya Kurdan dike, bibin xwedî helwest. Divê were zanîn ku pêvajoya helwesta hevpar ya hêzên siyasî wê moraleke mezin bide gelê Kurd û di heman demê de wê destekeke mezin bide peymana hevkariyê ya Hewlêrê jî.Ji ber ku daxuyaniya dawî ya Erdogan li dijî desketiyên hemû Kurdan e, di serî de hukûmeta Başûrê Kurdistanê, divê Kurdên çar aliyên Kurdistanê li dijî Erdogan bibin xwedî helwesteke hevpar. Ya din Erdogan di axaftina xwe de, yekser Desteya Bilind a Kurd li rojavayê Kurdistanêî weke hedef nîşan da. Ji ber vê çendê divê hêzên girêdayî vê desteyê û derdorên ku ji bo avakirina desteyê bûn alîkar jî di hedefa Erdogan de ne.
Di hefteya dawî de, gefên Erdogan li Kurdan xwarî û ciwanên li Helebê di encama êrîşa hêzên rêjîma Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dan destnîşan kir ku ji bo Kurdên rojavayê Kurdistanê, yekîtî ji her demê zêdetir pêwîste. Bi qasî yekîtiyê, bê goman eşkere bû ku pêwîstiya Kurdan bi xweparastinê jî heye. Dewleta Tirk ya li hemberî pêşveçûnên li rojavayê Kurdistanê bê deng bû, çawa ku Desteya Bilind a Kurd hat avakirin, yekser dewleta Tirk jî dest bi gefxwarinê kir. Tehdîdên Erdogan yên dawî jî, hem tirsa dewleta Tirk ya ji yekîtiya Kurdan nîşan da û hem jî hewldanên wê yên ji bo têkbirina vê yekîtiyê raxiste ber çavan. Tehdîdên dewleta Tirk di serî de hukûmeta Başûrê Kurdistanê, hemû hêzên siyasî yên destek dan peymana Hewlêrê bi erka welatparêziyê re rû bi rû hiştiye. Kurd neçarin ku li dijî van êrîşan xwe biparêzin. Divê ji niha ve were zanîn ku hêza ji yekîtiya herdû meclîsên rojavayê Kurdistanê veqete yan jî xebatên vê yekîtiyê lewaz bike, wê bibe hevkarê helwesta Erdogan. Weke mînak beriya çend rojan Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Abdulhekîm Beşar ji Ajansa Anadolê a dewleta Tirk re axivî û destnîşan kir ku ew weke Erdogan difikire. Divê hemû hêzên Kurdistan yên siyasî li dijî mirovên xwedî têgihiştinên weha hişyar bin û rê nedin van kesan ku siyasetê li ser hesabê berjewendiyên gelê Kurd bikin. Dewleta Tirk û hukûmeta AKP bi awayekî eşkere bidestxistina mefên gelê Kurd yên rewa asteng dikin. Divê baş were zanîn ku hêz û partiya siyasî ya li dijî van astengiyan têkoşînê xurt bike, wê Kurd jî li dora wan bibe yek.
Careke din derket holê ku gelê Kurd di vê pêvajoya dîrokî de, bi êrîş û hewldanên provokatîf yên dewleta Tirk re rû bi rû ye. Ev helwesta êrîşkar, li ser gelê Kurd ferz dike ku ji her demê zêdetir xwe birêxistin bike, yekîtiya xwe pêk bîne û sîstema xwe ya parastina rewa pêş bixe.
Têkoşîna gelê rojavayê Kurdistanê ya 18 mehên dawî ku li ser hîmê yekîtî û stratejiya xweparastina rewa hat meşandin, nîşanî her kesî da ku beyî destwerdana sînorê welatan, bi rêbazên aştiyane, pirsgirêk dikarin werin çareserkirin. Gelê Kurd roja Înê ji bo azadiya rêberê xwe Abdullah Ocalan daketin meydanan. Divê em destnîşan bikin ku gelê rojavayê Kurdistanê îro bi têkoşîna xwe, pêşniyarên birêz Ocalan yên ji bo çareseriyê pratîze dikin.
Ji ber ku gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê xwedî li projeyên Ocalan derdikeve û destnîşan dike ku yê terorîst ne ew, lê belê dewleta Tirk bi xwe ye, Serokwezîrê vî welatî ew çendî har bûye.
DIYAR CIWAN
Nirxandin: Erdogan xwe amade dike ku bibe rêveberê Sûriyeyê yê nû