Pêşniyazên ji bo bipêşxistina şanoyê li Rojava: Avakirina saziyeke şanogeriyê ku piştgiriyê bike bi şano û şanogeran re bi giştî. Peydekirina piştgiriyeke aborî ji şanoyê re li derveyî partiyên siyasî yên ku alîkariya wan bi merc be. Vekirina peymangeheke şanogeriyê bi alîkariya kesên pispor.

Abdulrehman IBRAHÎM

Pirr gotinên erênî derheqê şanoyê de hatine gotin, li ser pêwîstiya wê di civakê de yên weke: Çaksazî, duristkirin û sererastkirina civakên; bê guman tev rast in, ji ber ku bi kurt û Kurmancî ”Şano perwerde ye”, hem ji kesan re û hem jî ji civakê re bi giştî. Ha ji ber vê yekê jî hebûna şanoyê ji civakê re mîna dewra oksîjenê ye ji zindiyan re.

Dema ku Mîr Celadet Bedirxan şanoya Hevend nivîsî û di Hewarê de belav kir, sala 1932´yan, ew têgihiştibû bi girîngiya vê hunera pîroz; ji wê demê ve hewl dan têne kirin ku ev huner bi resenî di nava Kurdên Rojava de bi cih bibe û bibe xwedî nasnameyeke taybet. Lewma kom çêbûn, festîval hatin lidarxistin û performansên pirr lîstikên şanoyê li ser dikan hatin nîşandan. Lê mixabin, ew hêvî bê encam man, û ew hewldan ta roja îro jî negihiştin armanca xwe ya pîroz. Ew jî ji ber gelek sedeman e ku weke li jêr bi kurtî em dikarin wan rêz bikin:

Sedemên xurtnebûna şanoyê li Rojava

1-Jiyana Kurdên Rojava di bin nîrê zordariya rejîma Baesê de bi dehê salan, û berî wê jî desthiladarên zordar ku ziman, çand û hunera Kurdî qedexe kiribûn.

2-Mayîna şanoyê di hundirê komên folklorî de, ew komên ku partiyên siyasî ew ava kiribûn, û pirraniya wan ji bo dirûşm û berjewendiyên partîtiyê ew bi kar dianîn. Û bi vi awayî hem lîstikvan û hem jî cemawer ên wê partiyê bûn, bi wateya ku listikvanên tevlî beşê şanoyê dibûn, pirraniya wan karê xwe yê huner û şanoyê didît weke erkekî partîtî, û di rewşa herî baş de erkekî neteweyî; ji ber vê jî herçî cemawer e, her komek cemawereke wê ya  taybet hebû, yanî her cemawerê ji bilî şanoyên komên xwe (yanî yên partiyên xwe) temaşe li performansên şanoyê yên komên din nedikir.

3-Terxannekirina fînansmaneke baş ji şano û şanogeran re.

4-Kêmasî yan jî tinabûna têkiliyan bi hev re û bi derveyî Rojava re.

5-Tinebûna şanogerên pispor yên ji akademiyê gihiştî; çi lîstikvan, çi derhêner, çi senaryonivîser, çi jî dramaturg.

6-Dûrketina şanogerên Kurd yên xwedî tecrûbe ji şanoya Kurdî, û çûna wan ber bi şanoya Erebî ve. Ev jî sedema wê desthiladariya siyasî li ser şanoyê bû.

Pêşniyazên çareseriyê

Ev sedemên li jor, hinek ji wan sedeman in ku nehiştin şanoya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê weke derdorê çi Kurdî, çi jî netewên din bi pêş keve. Û bi ya min heger ev sedemên li jor rêzkirî, dewam bikin, wê lawazî û bipêşneketina şanoya Kurdî li Rojava jî her dewam bike. Yanî, şanoya me wê lipaşmayî bimîne. Lewma, pêwistiyeke lezgin heye bi pêkanîna van xalên li jêr:

1-Avakirina saziyeke şanogeriyê ku piştgiriyê bike bi şano û şanogeran re bi giştî, dûrî destdirêjî û desthilata siyasetvanan be. Kar û barê wê jî ev xisûsên li jêr bin:

a) Şopandin û piştgiriya şanoyên werin lîstin, û nirxandina wan.

b) Lidarxistina kursên perwerde û amadekirina şanogeran, di hemû beşên ji bo vî hunerî lazim de.

c) Vexwendina mamosteyan ji derve, yan jî şandina şagirtan a derveyî Rojava da ku werine perwerdekirin.

d) Lidarxistina festîvalên şanoyê dûrî îdeolojiyên partîtî, û hewldana vexwendina hin koman ji derveyî Rojava, da ku sûd ji wan bê girtin.

2- Peydekirina piştgiriyeke aborî ji şanoyê re li derveyî partiyên siyasî yên ku alîkariya wan bi merc be.

3- Vekirina peymangeheke şanogeriyê bi alîkariya kesên pispor.

Ev nayê wê watê ku li Rojava şano tine ye, lê belê gelek tecrûbeyên ciwan çêbûn û çêdibin, û hin kes bi hemû îmkanên xwe û li gorî derfetên heyî xebatê dikin, lê belê ne di wê astê de ku li gorî hêviyan be.