Jinan li Rojavayê Kurdistanê xwe di nava şoreşê de birêxistin kirin, di hemû aliyên civakê de saziyên xwe ava kir. Xwe di nava Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de ji bo parastina nirx û Rojavayê Kurdistanê birêxistin kir. Jinên Rojava 4 tabûr li bajarên Rojava damezirandin. Tabûra yekem ya YPJ’ê li bajarê Efrînê bi navê Şehîd Rûken hate damezirandin û piştre jî li Qamişlo, Dêrik û Dirbêsiyê tabûrên şehîd Edalet, Şehîd Sozdar û Şehîd Berçem hatin damezirandin. Di nava van tabûran de bi sedan jinên Kurd tevlî perwerdeya siyasî û leşkerî dibin.

Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku ji hemû pêkhateyên Rojava pêk tên, tevlî nava şerê hemû qadên Rojava bûn û bersiva hemû êrîşan dan. Di pevçûnan de şervanên YPJ di xeta şer a pêşî de cihê xwe girtin. Birîndarên YPJ'ê çêbûn û herî dawî di pevçûnên li navçeya Şêrawa ya Efrîn de Endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ'ê Silava û pişter şervanan YPJ'ê Bêrîvan şehîd ketin.
Silava bû yekem şervana YPJ'ê ku di pevçûnên li rojava de şehîd dikeve û bêrîvan jî bû wek şervana 2'emîn ku di nava YPJ'ê de şehîd ket. Tevî zehmetiyan jî niha bi sedan jinên Rojava di nava refên YPJ'ê de cihê xwe digirin û sînorên Rojava ji hemû êrîşan diparêzin.
Planan  vala derdixin
Şervanên tabûra şehîd Berçem Roj Amara a li Bajarê Dirbêsiyê di navenda Şehîd Xebat Dêrik dimîne, da zanîn ku herêmên Rojava di rewşeke dijwar derbas dibe û gelê Rojava bi hemû pêkhateyên wê piştgitiya YPG'ê û YPJ'ê dike û got: “Ji xwe YPG û YPJ jî berxwedaneke mezin dikin û planên ji aliyên hêzên dijber li dijî gelê herêmê pêk tên vala derdixin. Em jî wek jin me tevlîbûna xwe di nava YPJ de ji bo parastina herêmên xwe û nirxên civaka xwe destnîşan kir. Em ji bo parastina civakê li kêleka YPG disekinin û em bi erka xwe ra dibin."

Ji bo parastina demokrasiyê

Ji aliyeke din jî şervana YPJ Roj Azad jî da zanîn ku ew bi erka xwe yê rewa radibin, ji bo parastina herêmên xwe em têdikoşin. Roj Azad da zanîn ku malbata wê rê li ber ne girt ku tevlî YPJ bibe û ji bo parastina herêmên xwe tevbigere.
Derbarê pevçûnên li Rojava şervana YPJ'ê Canda Dirbêsiyê dest nîşan kir ku ew tevlî hevalên xwe di pevçûnên li Serêkaniyê û Til Temir de cih girtin. Canda Dirbêsiyê bang li jinan kir ku tevlî nava refên YPJ bibin û da zanîn niha ferseteke dîrokî ji bo jinan hatiye ku xwe di nava hêzên çekdarî de birêxistin bikin. Canda Dirbêsiyê soz da ku ew ê heta dawî li ser riya Silava û bêrîvan bimeşin. Zerîfa Dirbêsiyê jî da zanîn ku armanca wan ji tevlîbûna YPJ'ê ew e ku ji bo parastina azadî û demokrasiyê têdikoşin û niha têne perwerdekirin.

ANHA/DIRBÊSIYÊ