Li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîr ên navçeya Mêrdînê Nisêbînê “qedexeya derketina kolanan” doh di roja 4’an de dewam kir. Ligel qedexeyê êrîşên polîsên tîmên taybet yên dijwar jî bi ser Nisêbînê de xwe berdan. Doh serê sibê êrîşên tîmên taybet yên li dijî taxan destpê kir û êrîş di nîvrojê dijwar bûn. Li Meydana Newrozê ya taxa Devrîmê maşîneyên zirîhpûş yên polîsan ku hatine bicihkirin, raste rast ji maşîneyên zirîhpûş êrîşî kolana Şîrîn a ku taxên Firat û Abdulkadîrpaşa bi hev ve dike, êrîşan pêk tînin. Nêzî nîv saetê tîmên taybet êrîşî Kolana Şîrîn kir. Li hemberî êrîşan jî gel li kolanan li ber xwe da û çalakiya deng derxistinê pêk anî.
Maşîna zirîhpûş hat texrîbkirin
Li aliyê din li serê kolana Şîrîn ku bi kolana Çaxçaxê ve dibe, dema maşîneya zirîhpûş derbas dibû, teqînek dijwar pêk hat û maşîneya zirîhpûş hat texrîbkirin. Derbarê birîndar û kuştiyên polîsan de agahî nehatin bi dest xistin.
MÊRDÎN