Bavê Mazlûm Kaygin, Mîkaîl Kaygin got, ji bo zarokên wan û ciwanên din li goristana bêkesan defin nekin, ew ê têkoşîna xwe xurtir bikin û bang li her kesî kir ku li cenazeyên zarokên xwe xwedî derkeve.
Li navçeyê bi roj li hin taxan qedexeya derketina kolanan hate rakirin, cenaze hê li taxên bi têlan hatine dorpêçkirin, dimînin. Herî dawî di 6’ê tebaxê de 2 cenaze ji taxa Kanîka hatin derxistin. Malbatên ji Cizîr, Riha û Erziromê ji bo teşxîskirina cenazeyan xwîn dan Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Ji malbatan malbata Kaygin ya ji navçeya Pirsûs a Rihayê ji bo cenazeyê kurê xwe Mazlûm Kaygin hat Nisêbînê, diyar kir ku heya ew cenazeyên xwe ji pişt têlan dernexin ew ê li ber xwe bidin.
‘Bila ti kesî li goristana bêkesan defin nekin’
Bavê Mazlûm Kaygin, Mîkaîl Kaygin got, ji bo zarokên wan û ciwanên din nebin goristana bêkesan divê tekoşîna were xurtirkirin û wiha pê de çû: “Bila ti kesî li goristana bêkesan defin nekin. Bila kêfa dijmin bi me neyê û her kes li cenazeyên zarokên xwe xwedî derkeve. Piştî daxuyaniya YPS’ê em hatin Nisêbînê ji bo cenazeyê lawikê xwe. Ez dixwazim cenazeyê zarokê xwe li devera ku lê hatiye dinê defin bikin. Bila van têlan rakin û cenazeyên me bidin me.”
‘Heta ku cenaze derkeve…’
Dayika Kaygin, Fehîme Kaygin jî bi gotina “Ez dixwazim lawê xwe li cihê lê hatiye dinê li Pirsûs veşêrim” nêrina xwe anî ziman û wiha peyivî: “Zarokên me rûmeta me ne. Ew bê xwedî nînin. Heta ku cenazeyan dernexin em ê tekoşîna xwe dewam bikin. Riya wan riya me ronî dike.”
Halîme Tekîn a ji bo cenazeyê xwarziyê xwe Mazlûm Tekîn ji Pirsûs hatiye Nisêbînê diyar kir ku li Cizîrê zarokên me şawitandin, li Sûr, Şirnex, Hezex û Geverê ciwanên me qetil kirine û wiha axivî: “Ji 7 salî heta 70 salî em li gel ciwanên xwe ne. Heya ku em cenazeyên zarokên xwe wergirin dê li ber xwe bidin.”
DÎHA / MÊRDÎN