Xelkê Nisêbînê bi armanca tevlîbûna merasîma cenazeyên Mehmet Emîn Înan, Cudî Teber, Fehîme Aktı, Hakan Dogan û Mahsûn Akdogan berê sibê ber bi Meydana Newrozê ve çû. Ji bo cenazeyên ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatin wergirtin, li Meydana Newrozê merasîm hat lidarxistin. Cenaze piştî merasîmê, piştî meşeke bi heybet li goristanên Hecaciyan û ya Mohriz hatin definkirin.
Girseyê di meşê de sloganên "Bijî berxwedana Nisêbînê", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan", "Tolhildan tolhildan" û "Şehîd namirin" gotin û êrîşên dewletê şermezar dike.
MÊRDÎN