
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî 14 rojan qedexeya derketina derve rabû û asta terora çeteyên dewletê ya li navçeyê jî derket holê. Li taxên ku gel berxwedan pêş xist, guleyên ku polîsan ji derveyî taxan davêtin taxan, taxrîbata ku kirin wekî texrîbatên ku çeteyên DAIŞ‘ê li Kobanê kirin e.
Li malan ji ber bombeyên avêtine eşyayên welatiyan jî hatine xirakirin û şikandin. Li kolanan ji trafoyan heta daran hemû tişt ji aliyê çeteyên dewletê ve hatine xirakirin. Li kolanan wekî li Farqînê li ser diwaran nivîsên wekî ‘dewlet hat’, ‘dewlet li vir e’, ‘TC’ hatine nivîsandin û dîsa çeteyan 3 hilalên faşîstan jî xêz kirine. Li taxa Abdulkadîrpaşa polîsan bombe avêtine mizgeftan û camên mizgeftan jî hatine xirakirin.
Req reqa tenekeyan, tilîli û berxwedan
Li Nisêbînê ku qedexeya derketina kolanê ya herî demdirêj pêk hat, berxwedêr serkeftin. Beriya niha li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 9 rojan, herî dawî li navçeya Farqîn a Amedê jî 13 rojan qedexe berdewam kiribû. Li Nisêbînê dorpêç û qedexe 14 rojan berdewam kir û di heman demê de berxwedana gelê Nisêbînê jî bênavber dom kir. Gelê Nisêbînê li ser hemû qedexe, êrîş û dorpêçkirina polîs û tîmên taybet, destûr neda ku hêzên dewletê bikevin taxên wan. Ciwan li hemberî êrîşan parastina taxan kirin, dayik di cihê zarokên xwe de bi şev li dor agir nobet girtin û stran lîrandin û Nisêbîn bi ser ket.
Piştî ku qedexe rabû, welatî ber bi taxên ku êrîşên zêde li ser pêk hatibûn ve herikî. Gelê Nisêbînê, tevî ku 9 şêniyên wî hatin qetilkirin xwedî li berxwedana xwe derket û bi van gotinan serkeftina xwe diyar kir: „Me li ber xwe da û em bi ser ketin.“
Dayika bi navê Vecîha Erçîl (38), anî ziman ku wan di 14 rojan de bi tilîlî, lêdana tenekeyan û bi berxwedana ciwanan li ber xwe dane û ev tişt gotin: “Malên me, taxên me, rûmeta me ne. Em ji taxên xwe dernakevin. Şehîd û birîndarên me jî çêbibin em ji taxên xwe dernakevin. Em bi req req tenekeyan, bi tilîliyên dayîkan û bi berxwedana ciwanan bi ser ketin.”
Dayika bi navê Emîne Kulak ya 36 salî jî anî ziman ku tevlî hemû êrîşan, dewletê encam negirtiye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em 50 mirov di cihekî de diman. Çiqas bi ser me de bên jî em dev ji axa xwe bernadin. Ew nikarin tiştekî bi me bidin qebûlkirin. Tenê dibe ku bikaribin yek an dudûyan ji me bikujin lê nikarin me bi giştî bikujin. Ji ber ku em bi ser ketine û me Kurdistan azad kiriye êrîşan bi ser me de tînin.”
Siwar hatin peya çûn
Ciwanê bi navê Ahmet Duygu yê 21 salî jî gotina Destana Zapê ya bi nav û deng bi bîr xist û wiha axivî: “Li hemberî berxwedana gel siwar hatin peya çûn.”
Welatiyê bi navê Cemal Uçar (45) jî got ku van êrîşên wiha Israîl jî li ser Filistînê nake û axaftina xwe wiha domand: “Êrîşên li ser gelê Nisêbînê ji yên li ser gelê Filistînê jî bi hêztir bûn. Ligel vê yekê jî me li ber xwe da û em bi ser ketin. Em dev ji dozê bernadin û ji bo vê jî em ê li ber xwe bidin.” dewam dikin.
MÊRDÎN