
Nûnerên Kovara Hawdem, anîn ziman ku kampanyaye îmzeyan li gelek navçeyên dervey bajarê Hewlêr û Silemaniyê yên wekî Herîr, Rewandûz, Xelîfan, Soran, Çoman, Şeqlewa û gelek navçeyên din bi tevlîbûnekî xurt didomin. Nûneran, da zanîn ku li Bazyan, Helepçe, Xeneqîn, Seyd Sadiq jî kampanya berdewam dike. Nûneran, destnîşan kir ku gelek parlamenter, rewşenbîr, hûnermend, helbestvan, siyasetmedar û gelek kesayet û nûnerên rexistinên sivîl yên Herêma Federal ya Kurdistanê piştgiriyê didin wan.
Heta 14'ê Sibatê didome
Nûnerên Govara Hawdem û Civanên Welatparêz, bilêv kirin ku kampanya ji bo gele Kurd ji destê dagirkêrên dewletên deshilatdar xilas bikin pir girînge û wiha gotin: “Kurdistan bi hezaran salin di bin deshilatdariya dagirkeran de tê talankirin. Ev baregeh kar û barên sîxurî û ajantiyê di nav gelê Kurd dide meşandin. Di nav wan cihan de plan û komployên dijî Kurdan tên avakirin û pêşxistin. Di çarçoveya wan plansaziyan de di nav Kurdan de tevlîhevî rû dide. Divê gelê Kurd li dijî wan dagirkeran bi hestek neteweyî tevbigere. Nûneran, anîn ziman ku dê kampanya heta 14’ê sibatê bidome.
Ji navdaran piştgirî
Parlementerên Parlementoya Herêma Kudistanê Kwêstan Mihemed û Nesrîn Cemal Mustefa herî dawî piştgirî dan kampanyaya ji aliyê ciwanên Kurd ve hatiye destpêkirin. Parlmenetera Kurd Kwêstan Mihemed diyar kir ku di qonaxa yekemîn a Parlementoya Herêma Kurdistanê biryarek hate derxistin û di biryarê de hate gotin ku divê tu baregehên sixûrî û leşkerî yên welatên din li Herêma Kurdistanê nemîne. Kwêstan Mihemed ragihand ku ev biryar di qonaxa sêyemîn a Parlementoyê de hatiye dayîn û bi taybet dema malbalek Kurd li Qendîlê ji aliyê balafirên Tirk ve hate qeilkirin, ev biryar careke din ji aliyê Parlementoyê ve hatibû dayîn.
Hêjayê gotinê ye ku heta niha parlementerên Kurd Salar Mehmûd, Ebdullah Mele Nûrî, Bûrhan Reşîd û parlementerên Kurd ên Parlementoya Iraqê Mehmûd Osman û Hezel Kwîstanî piştgirî dane vê kampanyayê.
ANF/HEWLÊR