Di dawiya salên 90’î zanyaran hesab dikir ku ji sedî 5’ê madeya gerdûnê madeya adetî (ya mayî jî made û enerjiya tarî dihat hesibandin) be. Lê tişta wan dikarî bibînin nîvê vê ji sedî 5’ê bû.
Sala 2007’an Duncan Lorimer ji Zanîngeha West Virginia fenomena kozmolojîk a ku weke Xweberdana radyo ya bi lez (fast radio burst - FRB) tê nasîn, kişf kir. FRB tîrêjên pirr zêde kurt, gelekî enerjîbarkirî yên radyo ne. Cosmolojîst û astronom îro jî nizanin ka çi wan çêdike. Lê dizanin ku ew ji wî aliyê gerdûnê ji galaksiyên dûr tên. Gava ev xweberdana tîrêjan ji seriyekî ber bi seriyê din ê gerdûnê ve diçe û di nava gazê re derbas dibe, tişta ku jê re belavbûn tê gotin, tê serê wê. Sedema çêbûnê çi dibe bila bibe, FRB’ê gava ku di nava ji hezarî yekî saniyeyekê de çêdibin, hemû dirêjahiyên pêlan pê re ne; her ku di madeyê re derbas dibe hêdî dibe. Û dirêjiya pêlê çiqasî zêde be ewqasî madeyê hîs dike. Axir heta ku FRB digihin dinyayê, madeyê pêlên dirêj ewqasî hêdî kirine ku piştî yên kurt bi saniyeyekê digihin. Bi xêra vê êdî bi teknolojiya heyî karibû bê hesabkirin ka baryonên kêm (ji bo pîvana madeya kêm) li ku ne û çiqas in.
NEW YORK