YPG’ê bîlançoya şer û êrîşên di meha Tîrmehê de li Rojava û Bakurê Sûriyê rûdayî, eşkere kir. YPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk 159 caran êrîşî Rojava kir û got ku nîvê Reqayê jî hatiye rizgarkirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyanî weşand. Di daxuyaniyê de li ser bîlançoya şer û êrişan a meha Tîrmehê ev agahiyên hatin parvekirin.
YPG´ê got, “Hêzên me yên YPG-YPJ’ê meha Tîrmehê li Rojava, Bakurê Sûriyê, li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi ser wê ve û hem jî li paytexta çeteyên DAIŞ’ê Reqayê di nav çarçoveya ‘Pêngava Rizgarkirina Reqayê’ de bi çalakî têkoşiyane. Vê mehê bi taybetî jî çeteyên ku bi fermana artêşa Tirk û bi rêveberiya wê tevdigerin, bi ser Kantona Efrînê ya Rojava û herêma Şehbayê de hewl dan ku dagirkeriyê bikin û êrîşên xwe zêde kirin û gelek caran sînor derbas kirin. Li dijî van êrîşên dagirkeriyê hêzên me YPG-YPJ bi berxwedanê bersiv dane, nehiştin ku dijmin di armanc û hedefên xwe de bi ser bikeve."
Me dagirkerî asteng kir
YPG´ê paşê encamên şerê di navbera hêzên xwe û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi ser wê de eşker re kir û got, "Di meha Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi kontrola wê tevdigerin, 159 caran bi tang, hawan, obûsan û bi çekên giran êrîş birin ser kozikên hêzên me yên li Rojava.
Balafirên şer û keşfê yên artêşa Tirk a dagirker 20 caran sînorê Rojava derbaskirine û bi armanca keşfê xwe veşartine.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi ser vê ve 5 caran ji bejahiyê ve êrîş bi ser kozikên me de anîne.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi ser wê ve ji bilî hêzên me her wiha sivîl jî kirin hedefa xwe, di encama êrîşan de 5 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 15 sivîl birîndar bûne.
39 caran YPG´ê bersiv da
YPG´ê da zanîn ku hêzên wan ên YPG-YPJ’ê li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê 39 caran bersiv daye û encamên van êrişan jî wiha eşkere kirin: "28 çete hatin kuştin, ji van termê 10 çeteyan ketin destê hêzên me. Çeteyek bi saxî hatiye girtin. 5 leşkerên Tirk hatine kuştin. Wesayiteke leşkerî û mekîneyeke kar a artêşa Tirk a dagirker hatin rûxandin, her wiha 2 zirîhpoşên çeteyan hatin rûxandin, 2 dozêrên ku ji bo kozikan dihatin bikaranîn, hatin rûxandin. Pîkabeke çeteyan hatin bidestxistin. Şervanekî me yê YPG’ê û eskerekî me yê Xweparastinê ku li dijî artêşaTirk a dagirker û çeteyên wê bi lehengî şer kirin şehîd bûne."
YPG´ê da zanîn ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obûs, hawan û tankan li mal û zeviyan jî dane û ziyaneke mezin dane sivîlan.
Êrişên çeteyan serketî şikandin
YPG paşê îşaret bi beşdariya xwe ya li Cenga Mezin a rizgarkirina Reqayê kir, got hemle serketî bi rê ve diçe û wiha dewam kir: "Çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku pêşî li vê pêngavê bigirin û temenê xwe dirêj bikin, li derveyî Reqayê jî êrîşî ser kozikên hêzên me yên YPG-YPJ’ê dikin, hêzên me bi serketî ev êrîş şikandine.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku QSD pêşengiya wê dike û hêzên me yên YPG-YPJ di nav de xwedî risteke girîng in, di vê meha Tîrmehê de şer girantir bûye û gihiştiye pêvajoyeke wiha ku pêşvebûn xurtir bibe."
12 çete bi saxî hatin girtin 6 çete teslîm bûn
YPG dewra xwe di Cenga Mezin de jî ji bo meha Tîrmehê wiha rave dike: "Taxa Yermûk a li Rojava, Sûka El Hal a li rojhilat, gundê El Huseyn a başûrê rojhilat, bajarokê Retla û gundê Kesrît Mihemed Axa ji çeteyan hate rizgarkirin, taxên Rewda, Reqaya Berê, Hişam bin Ebdulmelîk, Nezlît Şehadê, Diriyê, Nehda û Berîd bi giştî ji çeteyan hate paqijkirin. 986 çete hatine kuştin. Ji van terman 131 ketin destê şervanan. 11 çete bi saxî hatin girtin û 1 çete jî bi birîndarî hatiye girtin. Her wiha 6 çete jî radestî şervanan bûne."
YPG´ê di vî şerî de hejmara şehîdên xwe yên mehat Tîrmehê jî wiha eşkere kirin: "Di meha Tîrmehê de di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de 83 şervanên me, li Şedadê jî 13 şervanên me yên YPG, YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. 4 hevrêyên me li Kantona Efrînê şehîd bûn û her wiha 5 şervanên me jî di encama qezayê de şehîd bûn.”
NAVENDA NÛÇEYAN