
Zarok çalak in
Akçer, diyar kir ku rojname bikeda hevpar a 15 zarokan tê çapkirin. Akçer, anî ziman ku ew dixwazin berî her tiştî hest û ramanê zarokan bi awayekî rast û baqij bînin ziman û ji ber vê yekê di amadekirin û naveroka rojnameyê de zarok bi vîna xwe ya azad tev digerin. Akçer, destnîşan kir ku ji bo mijaran diyar bikin beriya weşanê zarok kom dibin û piştî civînê naverok û mijaran diyar dikin. Akçer, da zanîn ku ew naxwazin zarokan araste bikin û dixwazin xwe bi xwe plan û araste bikin û wiha got: "Em di nava 2 mehan de kijan mijarên girîng hene û di hava mehê de çi bû niqaş dikin û li ser rojevê zarok mijaran hildibijêrin. Di vê demê de zarok hest u ramanê xwe jî dinivîsin. Helbest nivîsên serbest jî dinivîsin. Li gel vê yekê karikatur, wêneyên rengîn, xaçepirs û metalokan jî dinivîsin."
Akçer, detstnîşan kir ku Dengê zarokan li Tirkiyeyê yekem rojnameya zarokan a bi Kurdî û Tirkî weşanê dike ye û wiha axivî: "Ji ber ku zarok bi zimanê zikmakî rojnameyê amade dikin pir kêfxweş û bi rûmet in. Piştî ku amadekariyên çapa rojnameyê temam dibin û rojname tê çapkirin, zarok bi cil û bergên rengîn û erbaneyê rojnameyê belav dikin. Ji bo dengê zarokan li her derê belav bibe û her kes tev li xebatên rojnameyê bibin zarok bi komî belavkariya rojnameyê dikin. Ev xebat ji bo zarokan kêfxweşiyek gelek mezin e."
Divê em dengê xwe bilind bikin
Zaroka 12 salî Ayşegul Oncel ku salek e helbest û nivîsan di rojnameyê de dinivîse diyar kir ku nivîsandina bi Kurdî wê kêfxweş û bi rûmet dike. Ji ber ku em li Amedê dikarin dengê xwe belav bikin em kêfxweş in. Ji ber ku nivisên me ji aliyên kesên din ve tên xwendin em pir kêfxweş dibin.
Zaroka 11 sali Dîlan Şukran Ereklî ku ji destpêka rojnameyê heta niha di nava xebatên rojnameyê de cih digire jî diyar kir ku ji ber ew bi zimanê zikmakî dinivîse pir kêfxeş e û wiha got: "Ev rojname ji bo xwendin, nivîsandin û fêrkirina zimanê zikmakî pir girîng e. Divê em bêtir dengê xwe bilind bikin. Dema em rojnameyê amade dikin hevalên me jî dibin alîkarê me. Em bi vê xebatê pir kêfxweş in."
'Be ziman tama jiyanê tune'
Zaroka 12 salî Rozerin Kandemir jî anî ziman ku ji ber dibistanê Kurdî tune li dibistana Tirkî fêrî xwendin û nivîsandinê bû û wiha got: "Dema ez bi zimanê Kurdî dinivîsim ez bêtir tamê ji jiyanê digirim. Ger ku mirovek bi zimanê zikmakî nejî tama jiyanê tune. Ji ber vê yekê ez dixwazim bi Kurdî binivîsim. Lê ez zahmetiyê dikişînim. Hêjmara 19'an a Rojnameyê dê di meha Çileyê 2013'ande bê çapkirin. Ji niha û şûnde dê di her hêjmarê de pirsgirêkên Amedê jî bînin rojevê.
DÎHA/AMED