Hevsera Denîz, zarokên wî, xwişka wî Newroz Algaç, nûnerên Cemiyeta Rojnamevanên Azad (OGC), MEYA-DER, rêveberên HDP û DBP’ê beşdarî merasîmê bûn.
Rêveberê MEYA-DER’ê Bîlal Delîktaş diyar kir ku ew ê rojnamevanekî wêrek ê wekî Denîz ti carî ji bîr nekin.
Newroz Algaç jî diyar kir ku birayê wê ji ber ku têkoşîn û dengê gelê xwe ragihandiye, şehîd ketiye û 24 sal in ew ji bîr nekirine û dê ji bîr nekin.
Hevsera Denîz Adla Denîz jî got, li pişt Huseyîn gotinên ku bên kirin tine ne, malavahiya wan hevalên hevserê xwe kir ku li gel ku ewqas sal derbas bûne jî ew ji bîr nekerine.
‘Hevalên me yên ku xwedî li mîrateya Huseyînan derdikevin’
Rêveberê Cemiyeta Rojnamevanên Azad Azîz Orûç jî diyar kir ku li her derê cîhanê rojnamevanên dibin dengê gelên bindest bi zextan re rû bi rû dimîne û wiha peyivî: “Nivîsandina rastiya gelê Kurd, karekî xetere ye. Lê kevneşopiya ku bi Ozgur Gundemê re dest pê kir di roja me de jî didome. Yên ku di salên 90’î de hevalên me qetil kirin, niha çek didin serê wan, diavêjin girtîgehan û bi êşkenceyê dixwazin wan bêdeng bikin. Lê hevalên me yên ku xwedî li mîrateya Huseyînan derdikevin bêdeng nebûn û wê nebin jî.”
RIHA