Endamê Komeleya Nivîskarên Kurd Helbestvan Nûroj Munzur û Enîse Çagar dan zanîn ku civakek bê ziman û wêje ne mumkin e, ji bo wê jî divê zimanzan û nivîskar li gorî giringiya karê xwe tevlî pêvajoyê bibin. 


‘Wêjeya Kurdî xwedî dîrokeke kûr e’

Endama Komeleya Niviskarên Kurd Helbestvan Nûroj Munzur anî ziman ku bi salan e zilm li gelê Kurd tê kirin û wiha axivî: "Mafê Kurdan heye ku pergaleke weke xweseriya demokratîk di jiyana xwe de bidin rûniştandin. Divê nivîskar û helbestvan vê pergalê bide rûniştandin. Wêjeya Kurdî xwedî dîrokeke gelekî kûr e, weke helbestvaneke jin ez pir kêfxweş im ku bi zimanê xwe dinivîsînim. Di dîrokê de jin gelek caran hatiye eciqandin. Hêvîdar im ku wê jinên nivîskar di demeke nêz de bi pênûsa mor derkevin pêş."


Ji bo ziman tûne nebe

Endama Komeleya Niviskarên Kurd Enîse Çagar jî bal kişand ser rewşa niha ya zimanê Kurdî û got: "Zimanê Kurdî ji bo me gelekî girîng e. Bi salan e ku Kurd û zimanê Kurdî tên redkirin. Bi salan e pişaftin û qedexekerina zimanê Kurdî dewam dike. Gelê Kurd ji bo zimanê Kurdî tune nebe divê girîngiyê bidin wêjeya Kurdî."

Enîse got, di dema dawî de wêjeya Kurdî gihiştiye asteke diyar û divê êdî li wêje û nivîskariya Kurdî xwedî were derketin. Enîse anî ziman ku pirtûkên bi Kurdî werin weşandin ji bo dîrokeke mayinde li pey xwe bihêlin û wiha domand: "Ez hêvîdarim ku ji vê kêliyê pê ve jî wêjeya Kurdî  vê xurtir bibe." 


 JINHA/AMED