Nivîskar û edîtor Mehmet Çakmak di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin. Hat zanîn ku di dema lêgerîna malê ya polîsan de Çakmak rastî êşkenceyê hatiye. Der barê sedema binçavkirina Çakmak de heta niha ti agahî nehatine bidestxistin

Hêzên polîsên dewleta Tirk şeva din bi ser mala edîtor û nivîskarê kurd Mehmet Çakmak de girt û Çakmak binçavkirin.

Li gorî agahiyan, polîsan şevê din saet derdora 20.00’an bi ser mala nivîskar Mehmet Çakmak a li Toplu Konut a Seyrantepe ya Yenîşehîr a Amedê de girt. Polîsên dewleta Tirk ji saet 20.00’an heta saet 24.00’an di mala Çakmak de lêgerîn kir. Hat zanîn ku di encama lêgerînê de polîsan dest danî ser gelek pirtûk, nivîs û kompûtera Çakmak.

Hat zanîn ku di dema lêgerînê de polîsên dewleta Tirk, êşkence li Çakmak kir. Her wiha polîsan di lêgerînê de gelek amûrên malê jî şikandin. Polîsen ku Çakmak binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Têkildarî sedema binçavkirina Çakmak heta madekarina nûçeya me ti agahî nehatin dayîn.

 

MA/AMED