Endamê PEN’a Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd Hasîp Yanliç ku beriya mehekê bi hinceta “Endamê rêxistinê ye” hat girtin, li Rojava şayanî xelatê hat dîtin. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê, di mîhrîcana duyemîn a Şehîd Viyan Amara ya li Kobanê de, di pêşbirka beşa çîrokan de, çîroka nivîskar Yanliç layiqî xelata yekemîniyê dît.

Komîteyê ji bo ku xelata xwe wergire Yanliç vexwend Kobanê, lê ji ber ku Yanliç di girtîgehê de ragirtî ye, nikare xelata xwe wergire. 


DÎHABER/AMED