Narîn metînî: Pirraniya çîrokên min li ser astengiyên li pêşiya Kurdan, û berxwedan û têkoşîna jina Kurd e. Di ‘Şarê Mîdya’ de jin wek xwedavend, canfeda û sembola evîn aştî û azadiyê ye. Lehengên çîrokên min jin in.

ŞÊRÎN ZÊREVAN/ROJDA SEYIDXAN / JINNEWS/QAMIŞLO

Endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Rojava, 6’emîn Mihrîcana Kurteçîrokên Kurdî bi rê ve bir û xeltaên serketiyan jî merasîmekê dan. Nivîskara Kurd Narîn Metînî bi çîroka bi navê ‘Şarê Mîdya’ tevlî mihrîcanê bû. Narînê got,  “Pêwist e em dîroka xwe binivîsînin. Em bi nivîsandinê li zimanê xwe xwedî derkevin.”

Mihrîcana Kurteçîrokên Kurdî li Baxçeyê Xwendinê yê Qamişloyê 4 rojan dewam kir û yekşema bihurî xelatên serkatiyan hatin dayîn. Bi beşdarbûna 17 çîrokên Kurdî, bi dehan rewşenbîr, nivîskar, helbestvanî mihrîcan hat lidarxistin. Endama Yekîtiya Nivîskarên Kurd Narîn Metînî bi çîroka bi navê ‘Şarê Mîdya’ tevlî mihrîcanê bû. Narîn dibêje, heger jin ne azad be, civak jî wê her dem bindest be: “Jin sembola aştî û azadiyê ye.”

Min hîs kir û nivîsî

Narîn di destpêka axaftina xwe de balê dikişîne ser serpêhatiya nivîsandina kurteçîroka xwe û dibêje, “Min dema dest bi çîroka xwe kir, min hîs kir ku hêstên min kûr in û ez dikarim fikrên xwe binivîsînim. Min destpêkê nivîsên wek gotar, helbest û şanoyan pêşkêş dikirin. Piştre, min cihê xwe di şêvbihêrkên rewşenbirî û nivîsandina helbestan de girt.”

Narîn dibêje, ji bo em karibin dîroka xwe binivîsînin, divê em destpêkê bi çîroka gelê xwe zanibin: “Bi mîlyonan çîrok di nav civaka me de hene, ya herî girîng mirov ya veşartî û balkeş binivîsîne. Ji bo em dîroka xwe binivîsînin, divê em destpêkê bi çîroka gelê xwe zanibin. Bi hezaran çîrokên Kurdan hene, bêyî ku kes binivîsîne mirine. Em niha wek Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Rojava, xwesteka me ew e ku keç û xortên me yên ciwan çanda Kurdan binivîsînin û her dem zindî bihêlin. Niha jî ne dereng e, herkes dikare çanda xwe, dîroka xwe binivîsîne.

Pêşî serpêhatiyên jinan

Narîn îşaret bi pêwistiya nivîsandina wêrektiya jinên Kurd dike û wiha pê de diçe: “Pêwist e em destpêkê çîrokên jinan binivîsînin. Bi hezaran çîrokên jinên ku rastî zilmê hatine hene, da ku ew zilm û zordariya ku dayikên me yê berê ji desthilatdariyê dîtine, ji jin û keçên me yên niha re bibe dersek û wê şaştiyê nekin û binivîsînin. Ji ber ku jinên Kurd têkoşer û wêrek in, teslîmkariyê qebûl nakin. Divê ev wêrektî û têkoşîna jinan bê nivîsandin.”

Narîn li ser heman mijarê wiha dewam dike: “Em li hemû cihanê weke gelekî bindest dihatin xuyakirin, lê bi yekîtiya Kurdan û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ew nêzikatî şikest, ji ber ku Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye û wiha jî bi ser ket. Îro bi pêşengtiya YPJ’ê hêza jina Kurd û berxwedana wan derket holê. Îro hêza jina Kurd li hemû cihanê deng veda.”

Bi rastî bê jin jiyan nabe

Narîn destnîşan dike ku çîroka wê hemû li ser berxwedan û têkoşîna jinan e: “Pirraniya çîrokên min li ser astengiyê li pêşiya Kurdan, û berxwedan û têkoşîna jina Kurd e. Di çîroka min a bi navê ‘Şarê Mîdya’ de jin wek xwedavend, canfeda û sembola evîn aştî û azadiyê ye. Lehengên çîrokên min jin in. Bi rastî bê jin jiyan nabe.

Çawa jin li xwe mêze dike, civak jî wiha lê mêze dike, heger jin li xwe azad mêze bike, civak jî wê azad bimîne. Divê jin xwe ji civakê û cihanê hemûyî re bide nîşandan da ku wê ew karibe welatekî aştiyane û azad biafirîne. Jin nebe, civak jî tine ye.”