Dîrokzanekî amator Policarpo Sanchez dema li Toledo li ser sînemaya navxweyî lêkolîn dikir, kartê çapemeniyê ya Saint-Exupery bi dest xist. Li ser vê yekê rojnameya Guardian nûçeyek çêkir. Sanchez ji bo rojnameyê gotiye: “Ev tiştekî bêqisûr e. Karta çapemeniyê ya nivîskar der barê li Madrîdê mayîna nivîskar de agahiyeke bêhempa pêşkêşî me dike”.



Pirtûka herî zêde hatiye firotin e


Kartê Saint-Exupery aîdê 16’ê Nîsana 1937’an e ku wî wê çaxê li eniya Komarparêzan şer dişopand ku dema wî mafê akredîtasyonê bi dest xistiye ew 36 salî bûye.
Wê demê nivîskarên wekî Ernest Hemingway û Martha Gellhorn jî şer dişopandin û di wê demê de li Hotela Florida diman ku Saint-Exupery jî li heman hotelê maye. Nivîskarê Fransî Saint-Exupery şer dişopand û ji bo rojnameyên L’Intransigeant û Paris-Soir ku li Fransayê weşan dikirin nivîs dinivîsandin.

Pirtûka ‘Mîrzayê Biçûk’ yekem car sala 1943’yan hat weşandin. Li dinyayê ew yek ji pirtûkên herî zêde hatiye firotin e. Di pirtûkê de bi nêrîna zarokekî qala dinyaya mezinan tê kirin. Orjînala pirtûkê bi Fransî ye û navê wê yê orjînal “Le Petit Prince” ye ku Kurdî jî di nav de heta niha wergera wê ya bêhtirî 200 zimanî hatiye kirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN