Pênaseya herî watedar û kurt ya ji bo hevalê Mela Resûl Karahan (Nû Ciwan) bê kirin li gorî min ev e. Bi rastî jî temenek tijî ked, berxwedan, berdêl, têkoşîn û koçberî bû yê hevalê Mela Resûl. Du kêm yek zêde ev pênaseyek giştîye ku mirov dikare ji bo tevayî Kurdên bi xewnên azadiyê dijî bike. 

Piştî Kurdistan di nava dagirkeran de hat parvekirin, sinorên destçêkirî di nava kolanên welatê me de hatin danîn, ji wê û şûn ve kîjan Kurdekî bêhna Kurdîtiyê jê hatibe, hestên Kurdayetiyê têde mabe, ramana azadiyê li gel şîn bibe, bûye armanca êrişên herî hovane yên dagirkeran. 

Ji gel û neteweyên din cûda, jiyana me bi çi awayî aramî nedîtiye. Ji ber zilm û zora dagirkeran, ne aramî, zilm û zor bibûn navê din yê jiyana me. Li hember vê rewşê du hilbijardek li ber her Kurdekî bûn. Yan wê zilm û zora dewletê bipejirîne, xwe înkar bike, li dijî hebûna xwe derbikeve yan jî wê xwedî li hebûna xwe, rastiya xwe, welatê xwe, xaka xwe derbikeve û li hemberî dewletê serî hilbide. Hevalê Mela Resûl li aliyê duyem cih girt. Bi wêrekî, bi lehengî û bi dilsozî. Temenek têr û tijî ji berxwedan, ked û serhildanê jiyan kir.

Mela Resûl Karahan, di sala 1956 an de li bajarokê Basa ya ser bi Cizîra Botan ji dayîk bûye. Mela di temenê xwe yê ciwan de, ango derdora sala 1979'an de li Cizîra Botan dest bi xebatên rêxistinkirinê dike. Hê di ciwaniya xwe de tevgera azadiyê ya Kurd, ya ku hêdî hêdî rayên xwe li tevayî Kurdistanê belav dike, nas dike. Pê re dikeve têkiliyan û li herêma Cizîrê ji bo wê dest bi rêkxistinkirinê dike. Ew demê kû Mela dest bi rêkxistinkirinê dike, rastî wê serdemê tê kû li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê xwenîşandanên girseyî yên gel û xwendevanên zanîngehan çêdibin, her roj li kolanan mirov tên kuştin, agirê dijberiyê yê di navbera çepgir, rastgir, faşîst û sosyalîstan de hîn zêdetir gur dibû. Vê aloziya mezin û bixwîn bi awayekî bi lez û bez Tirkiye gav bi gav berbi cuntaya leşkerî ve dibir. Jixwe pir bi serde neçû û di Îlona sala 1980’an de leşkeran destdanî ser parlamentoya Tirkiyê, partiyên siyasî girtin, bi deh hezaran mirov xistin zindanan, êşkence kirin, rewşa awarte ragihandin, çendîn mirov bidarvekirin, destûra Tirkiyê betal kirin. 

Di wî çaxî de zilm û zora li ser Kurd û Kurdistanê qat bi qat hat zêdekirin. Di wê demê de li Kurdistanê sembola berxwedan û serhildana li dijî wê zilmê zîndana Amedê bû. Lê Kurdistan tevayî jî ji zîndana Amedê zêde cudatir nebû. Jixwe berpirsiyartiyek ya kuştina Kurdan nebû. Kurd kuştin tiştekî ji rêzê bû. Ji ber wê li Kurdistanê qirkirina çandî û fîzîkî bi hevre dikirin. Li tevayî kuçe, kolan, gund û malên Kurdan şûna potînên leşkerên dagirkeran bû. Gotin di cih debe; bi Kurdî, bi kurdbûna xwe nefes danûstandin jî zehmet bû. Heta qedexe bû. Ne xercê her bab egîdî bû kû xwe weke Kurd binasîne, xwedî li Kurdîtiya xwe derbikeve.

Di wî demî de jî Mela Resûl li hember wê zilm û zora mezin gav bi paşde neavêt. Tam dijberî wê, Mela xebata xwe xurttir kir, qada karê xwe berfirehtir kir. Mela, ji sala 1979’an heya sala 1989’an qada xwe ya xebatê bi awayek berbiçav fireh dike. Di nava van salên mijara gotinê de ji Cizîra Botan, Silopî, gundên herêmê bigire heya Wan’ê li gelek herêman bê westan dixebite. Li herêmê demek dirêj bi heval Bêrîvan (Binevş Agal) re dixebite. Li Cizîrê li gel karên rêkxistin kirinê, karê perwerdeyê jî dike. Li Medreseya Sor ya Melayê Cizîrî perwerdeyê dide bi dehan xwendevanan. Her wiha li gel milistiyê, xebatên nava gel dike. Timî bi hevalên li çiyê dinava têkiliyê de ye. Kesayetiyek pir alî, bê westan û berxwedêr bû.

Jiber tevayî van xebatan dewlet bi kiryarên Mela dihese. Hewil didin ji nêzîk ve Mela bişopînin. Jixwe ji ber wê sedemê di sala 1989’ê de di encama gilîkirinek ya sîxurî de li mala xwe tê girtin. Mela ji sala 1989 heya sala 1992’an sê salan di zîndanan de dimîne. Di sala 1992’an de bi Efûyê Rehşan Ecevît tê berdan. Di nava van salên girtinê de li zîndanên Aydin, Elezîz û Amedê dimîne. Dema Mela tînin zîndana Amedê, dewlet hevsera wî Qudret jî digire û dibe pênc mehan di zîndana Amedê de digre. Mela li zîndana Amedê têkoşer û şoreşgera efsanewî heval Sara (Sakîne Cansız) nas dike. Pir ji hevala Sara bandor dibe. Ev bandorbûn piştî ji zîndanê derdikeve di kar û xebatê wî de xwe dide nîşandan.

Piştî mela ji zîndanê tê berdan, bi hêza ji hevalên ji zîndanê girtî û bi hêrsa li hember dagirkeriyê bi awayek bi hêztir dest bi xebatê dike. Ji dera mayî, xebata xwe berdewam dike. Lê di vê navberê de zextên li ser Mela kêm nabin. Gilîkirinên sîxuran, zextên dewlet û cerdevana wisa dikin ku di sala 1993’an de, anko salek piştî ji zîndanê ji Cizîrê derbikeve û biçe çiyan. 

Di heman salê de Mela diçe kampa Bekayê û li wir demekî bi Rêber Apo re dimîne. Dema Mela li herêmê dixebitî nasnavê wî Xemgînê Kurdî bû. Lê piştî kû tê Bakayê, Rêber Apo nasnavê wî diguhere, dike Nû Ciwan. Piştî demekî li Bekayê dimîne ji vir cardin vedigere welat û sê salan (1993-1996) li qadên gerîla yên weke Garê, Çiyayê Spî û Heftenînê dimîne. Piştî gund tên talan û bombebaran kirin û penaberiya ji bakûr ber bi başûrê Kurdistanê destpê dike, rûpelek din di jiyana Mela de jî vedibe.

Dema wargeha Etrûş ya girêdayî bajarê Duhok’ê tê avakirin, hevalê Mela Resûl jî tê wargehê û li ser daxwaza wî malbata wî jî tînin Wargeha Etrûşê. Êdî ji wî demî û şûn ve Mela niştecihek yê wargehan e. Lê niştecihbûna Mela nayê wê wateyê kû mela wê raweste. Li tevayî wargehan jî heya demê wefata xwe hevalê Mela bê rawestan dixebite.

Ji Wargeha Etrûş bigire heya Wargeha Nînova, Nehdarê û ya Mexmûrê jî, hema bêje mela qet bê kar û tevger nemaye. Ji Etrûş heya Mexmûr, ango ji hatina wî ya wargehan heya wefata wî, mela di saziyên wargehê yên weke Saziya Karên Derve, Çapemenî, Şaredarî û Saziya Malbatên Şehîdan de xebitiye. Kesayetiyek xwedî nêrînek azad û serbixwe bû. Ji bo her rewşekê şîrovek ya wî ya cûda, nêrîneka wî ya serbixwe tim hebû.

Di nava ev qas kar û xebatan de mela heskirin û girîngiyek mezin dida helbesta kurdî jî. Ji ber wê tim helbest dixwendin û helbest dinivîsin. Niha pirtûkek ya helbestên Mela ya li Wargeha Mexmûr hatî çapkirin heye. Her wiha pirtûkek ya li ser serbûriyên jiyana xwe û penaberiyê nivîsî hatî çapkirin heye. Dîsa çendîn nivîs û helbestên Mela yên ji çapkirinê re amade li pêy xwe hiştine.

Di heman demê de bavê şehîdek û du şervanên azadiyê ye Mela Resul. Keça wî ya Nêrgîz Cizirî (Nergiz Karahan) ku sala 1996'ê de ji Wargeha Etrûşê tevlî refa gerîla bibû, di 5 Mijdar 2012'ê de li seransera Çiyayên Kato şehîd ket. 

Mela, li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, 12 Çileyê 2015'ê de krîza dil derbas kir û çû ser dilovaniya xwe. Cenazeya wî, li ser wesiyeta wî li Cizîra Botan li kêleka keça wî şehîd Nêrgiz Cizîrî hat binaxkirin. Piştî kû cenazeyê mela birin Cizîrê, hat zanîn kû hîna biryara lêgerîn û girtinê ya dewleta Tirk di derbarê mela de hebûye.


* Endamê Gruba Aşitî ya Mexmûrê û nivîskarê rojnameya Azadiya Welat