Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Ocalan, ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ve tê meşandin.

Çalakiya nobedê ya hefteya 239.´an roja yekşemê endamên TJK-E´ê dewr girtin.

Endamên TJK-E yên ji Hollandayê hatin Şohret, Tosûn, Gulbahar Gîncî, Humeyra Yildirim û Xanim Şahîn nobedê didomînin.

Berdevka Komê Humeyra Yildirim, li ser çalakiya xwe ya nobedê ku ketiya sala 5'an axivî û got, "Kurd newestiyan, wê newestin. Hê jî her kes bi rengekî hevgirtî li ber xwe didin. Her kes ji bo azadiya Serok li vir e."

Nobeda 'Ji Ocalan re Azad'ı ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bi rengekî bê navber hefteyê 7 rojan tê girtin. 


 NESÎP AKAR / ANF-STRASBOÛRG