
Çalakiya nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, di hefteya 251. de ye. Nobedarên vê hefteyê, koma ji Danîmarkayê ye. Kurdistaniyên bi navê Leyla Gungor, Atîlla kart û Zînê Gultekîn ên ji Danîmarkayê hatin, nobedarên vê hefteyê ne. Berdevkê komê Atîlla Kart diyar kir, ku ji bo daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd bikin ew tevlî çalakiyê bûne û destnîşan kir, baweriya wan a ji bo azadiya Ocalan gelekî mezin e.
Leya Gungor jî destnîşan kir, ku ew qebûl nakin vîna gelê Kurd li nava çar dîwaran bê hiştin û got, “Em ê têkoşîna xwe li her cihî û her tim bidomînin. Em ê dengê xwe bidin bihîstin.”
Çalakger Zînê Gultekîn jî anî ziman, ji bo balê bikişînin ser şert û mercên dîlgirtinê yên Ocalan û zextên ku hikumeta Tirk li gelê Kurd dike, ew tevlî çalakiya nobedê bûne.
ANF/STRASBOÛRG