Der barê Gorên PKK’iyan yên ku li ‘Şehîdgeha Şehîd Ronahî’ de biryara rûxandina hatibû dayîn. Li ser vê yekê li hemberî biryara rûxandina bîrdariyê nobedariya ‘Şehîdgeha Şahîd Ronahî’ di roja 23’emîn de berdewam dike.

Di sala 1998’an de li çoltera gundê Gelê Masîroya Şaxa Wanê di encama şer de 41 endamên PKK’iyan jiyana xwe ji dest dabûn. Di nava PKK’iyan de welatiya Almanî ya bi navê Andrea Wolf (Ronahî) ji jiyana xwe ji dest dabû. Navê Andrea Wolf (Ronahî) li “Şehîdgeha Şehîd Ronahî” kirin. Ji aliyê Meclîsa Giştî ya Bajarê Wanê ve biryara rûxandina hat dayîn. Li hemberî biryara rûxandina bîrdariyê nobedariya ‘Şehîdgeha Şehîd Ronahî’ di roja 23’emîn de berdewam dike. Gelek welatiyên ku ji Taxa Xaçorta Wanê hatin konê noberdariyê ji bo du rojan nobedarî dewr girtin. Gelek welatiyên ku li ber bîrdariyê kombûn ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest daye rêzdari hatin girtin. 


Dayikên aştiyê dewr girt
Jinên ku ji Taxa Xaçorta Wanê hatin nobedarî ji Însiyatîfa Dayikên Aştiyê dewr girt. Li ser navê jinan welatiyê bi navê Nusret Guven mafê axaftinê girt spasiya kesên ku xwedî li bîrdariyê derketine kir. Guven anî ziman ku 15 salin berên ji aliyê leşkeran ve hatî dorpêç kirin û herêm wala kirine. Guven diyar kir ku bi destpêkirina pêvajoya çareseriya demokratîk ya ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin şêniyên herêmê disa vegeriyanê herêmê û xwedi li nirxên xwe derdikevin û wiha got: “Îro bi saya serê Rêber Apo û PKK’ê gelê me bi hêsanî dikarin derkevin çiyan. Li her derî Şehîdgeh hatin çêkirin.”
Guven, diyar kir bîrdariya ji bo PKK’iyên ku di sala 1998’an de hatiyê çêkirin ji aliyê TSK’ê ve bîrdari bi hînceta ku “Li dij avahîsaziyê hatî çêkirin” dixwazin bîrdariyê rûbixînin ev yek nayê qebulkirin û heta biryar paşve bê girtin dê ew noberdariya xwe berdewam bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila zen nekin ku çiyayê Kurdistanê yê wanin. Ew çi biryarê digre bila bigrin, dayîkên me, ciwanên me û kalên me heta ku dilopek xwîna me bimîne emê li riya rêberên xwe û gerilayên xwe de bi meşin. Destê ku dirêjî bîrdariya me û rumeta me bibe emê wan destan hemûyan bîşkînin.”
Piştî axaftinê dirûşmên “Bijî serok Apo” û “Şehîd nemirin” hatin berzkirin. Dayîkan bi deqeyan tilîlî qîrkirin. Bi awaz û newayên dayîkan heta derengiya şevê govend hatin girtin.

DÎHA/WAN