
Nivîskarê li Japonyayê ji dayikbûyî yê Brîtanyayî Kazuo Ishiguro hêjayî xelata Nobelê ya Wêjeyê ya îsal hat dîtin. Ev yek bû surprîz ji ber ku di minaqeşeyên li ser xelatê de ti kesî behsa navê Kazuo Ishiguro nedikir. Favorî di rastiyê de nivîskarê Kenyayî Ngũgĩ wa Thiong’o, yê Japon Haruki Murakami û nivîskara Kanadayî Margaret Atwood bûn.
Juriya xelata Nobelê biryara xwe bi gotinên “tesîra mezin a hestiryarî ya romanên nivîskar” rewa kir û got, Ishiguro di berhemên xwe de “taristanên kûre-veşartî yên girîdana me ya qaşo ya bi dinyayê re” raxistiye ber çavan.
Du romanên Ishiguro heta niha navdar bûne ku bi navê orîjînal The remains of the days (Bermahiyên rojê) a sala 1989´an çap bûyî û Never Let Me Go (Ri caran nehêle ez biçim) a ku sala 2005´an çap bûyî. Romana yekem behsa serpêhatiya xizmetkarekî dike ku li cem Lordekî Ingilîz dixebitî. Ev Lord jî di nava siyaseta zehmet e ji hev bê derxistin a di navbera du şerên cihanê de ketiye nava geremola siyasetê. Di romana duyem de ku dîzotopiyek e (cûreyê edebî yê behsa siberojê bi encamên xirab dike), Kazuo Ishiguro behsa klonan dike ku weke parçeyên yedek ên mirovan tên ragirtin. Ev herdu romanîn wî jî bûn mijara filman.
Ishiguro sala 1954´an li bajarê Nagasaki yê Japonyayê hatiye dinê û hîna 5 salî tevî malbata xwe hatiye Ingilistanê.
NAVENDA NÛÇEYAN