Tranströmer piştî ku pirtûka wî ”New Collected Poem” xelata Wêjeyê wergirt, çapa bi înglîzî ji Zarakolû û tirkiya wê jî ji Erbey re şand û ev tişt ji bo her duyan got; “Heval û dostên min ên di girtîgehan de, ez hêvîdar im ku dê di demek kurt de ji girtîgehan rizgar bibin. Ez dixwazim wana di demek nêz de li Swêdê bibînim. Bila baş bizanin ku dê serdana wana min pir keyfxweş bike.”
Helbestên wî li 60 zimanan hatine wergerandin, xelatên wejîyên weke “Xelata Hirça Mezin” a Komara Gel a Çîn ê û xelata helbestên klasîk a Îtalyayê “Premio Nonino” jî di nav de bi giştî 15 xelatên wêjeyê wergirtiye.
ANF/STOCKHOLM