Bi pêşengiya Adolfo Perez Esquivel 50 xelatgirên Nobelê ji saziyên Yekîtiya Ewrûpayê xwest, ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan bi erka xwe rabin. Wan desteka xwe ya ji bo Leyla Guven û girtiyên siyasî jî eşkere kir.

Adolfo Perez Esquivel ê ku sala 1980’yî Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt, li ser navê 50 xelatgirên Nobelê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji 4 saziyên Yekîtiya Ewrûpayê re nameyek şand. Nobelgiran her wiha piştgiriya xwe ya ji bo Leyla Guven û çalakgerên din ên di hepsan de da zanîn û got, ew pişta daxwazên wan jî digirin.

50 kesên ku di beşên cuda de xelata Nobelê wergirtine, mohra xwe danîn binê metna nameyê. Desmond Tutu yê ji Efrîkaya Başûr, Betty Williams ê ji Îrlanda Bakur, Jose Ramos Horta yê ji Tîmora Rojhilat, Dûdley R. Herschbach ê ji DYE'yê, Joachim Frank ê ji Elmanyayê û J. Robîn Warren ê ji Awûstralyayê çend ji wan in. Di nava îmzekerên metna nameyê de ji avakerên aştiya li Efrîkaya Başûr, serokdewletê Efrîkaya Başûr ji 1989´an heta 1994´an Frederik Willem de Klerk jî heye. De Klerk tevî Mandela ji avakerên pêvajoya aştiyê ya welêt bû û wî tevî Mandela pêvajoya jihevdexistina sîstema Apartheid a nijadperest bi rê ve biribû.

Bang li YE´yê ye

Name ji rêveberên çar saziyan re hate nivîsandin. Rêveberên saziyên ku name ji wan re hatiye şandin jî ev in: Sekreterê Giştî yê Konseya Ewrûpayê Thorbjørn Jagland, Nûnera Bilind a Polîtîka Derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Federica Mogherini, Serokê Demê yê Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewrûpayê (OECD) Miroslav Lajčák û Sekreterê Rêveber ê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê Regit Brillat.

Dengê Guven û çalakgerên din bibihîsin

Adolfo Perez Esquivel di nameyê de got, "Ji bo tecrîdkirina Abdullah Ocalan û girtiyên din bi dawî bibe, Leyla Guven û kesên din di greva birçîbûnê de ne da ku zextê li hikûmeta Tirk bikin. Ji bo min cihê rûmetê ye ku ez fikarên 50 Xelatgirên Nobelê yên li ser rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven û yên din ji we re ragihînim."

Esquivel piştre daxuyaniya banga hevpar a 50 Xelatgiran ragihand. Xelatgirên Nobelê ji Konseya Ewrûpayê, Yekîtiya Ewrûpayê, OECD û CPT´yê xwestin, ji bo dawî li înkar û binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê bê anîn, tedbîrên pêwîst bigirin.

Di nameyê de hate gotin, "Hikumeta Tirk jî, mîna hikumetên din hemûyan, neçar e ku jiyan û rûmeta her kesê girtî misoger bike."

Xelatgirên Nobelê bang kir ku tecrîdkirina Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bi dawî bibe û got, "Em, Xelatgirên Nobelê yên ji beşên cuda ku mohra xwe danîne binê vê nameyê, bang li hikûmeta Tirk û civaka navneteweyî dikin, ku di vê kêliya heyatî de ji bo bidawîbûna tecrîda hucreyê ya li ser Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê tê ferzkirin, bang dikin ku bi lezgînî tedbîr werin girtin. Li gel vê bangê, em piştgiriyê didin parlamentera Kurd Leyla Guven a li Amedê girtî û bi sedan çalakgerên greva birçîbûnê ku bi heman daxwazê di grevê de ne û rewşa wan metirsîdar e."

 

NAVENDA NÛÇEYAN