
Şengal a di hefteyên borî de bûbû hedefa komên çete yên girêdayî PDK’ê doh jî bi êrîşa çeteyên DAIŞ’ê re rû bi rû ma. Hêzên YBŞ, YJŞ’ê bi berxwedaneke mezin bersiva çeteyan dan.
Endamên komên DAIŞ'ê, êrîşî gundên Skînê û Hayalê yên Şengalê dikin. Herdu gund ji aliyê YBŞ/YJŞ'ê ve di pêngava 'Hilanîna Tola Jinên Êzîdî' de hatibûn rizgarkirin. Şervanên YBŞ/YJŞ'ê jî bersiv da êrîşê û şer didome.
Endamên komên DAIŞ'ê pêr êvarî saet di 00:00 de ji gundê Tewra, ku bi 8 kîlometreyan dûrî gundên Skînê û Hayalê ne, bi çekên giran, wesayîtên zirxî û bombebarkirî êrîşî gundên Skînê û Hayalê kirin. Piştî êrîşan şervanên YBŞ û YJŞ'ê jî di cih de bersiveke tund dan êrîşa DAIŞ'ê û şer derket. Şerê dijwar ê li vê derê hê jî dewam dike.
Balafirek bê mirov a çeteyên DAIŞ’ê xistin
Balafira bê mirov a çeteyên DAIŞ’ê ya bi roket ji aliyê şervanên YBŞ/YJŞ’ê ve hat xistin. Li nêzî gundê Tewra yê Şengalê şer bi dijwarî didome. Çeteyên DAIŞ’ê bi balafirên kefişê yên bê mirov herêmê bombebaran dikin. Li gor agahiyên ji herêmê hatin ragihandin, balafirekî bêmirov a keşifê ya çeteyên DAIŞ’ê ya roketavêj ji aliyê şervanên YBŞ/YJŞ’ê ve hat xistin.
Şerekî dijwar berdewam dike
Hat hînbûn ku hêzên YBŞ û YJŞ’ê yekser li dij êrîşan ketine tevgerê û berxwedaneke mezin nîşan didin. Li gor agahiyan li sêgoşeya Şilo û gundê Tewra ya Şengalê şereke dijwar rû dide. Ji herêma şer hate ragihandin ku şervanên Êzîdxanê yên YBŞ û YJŞ’ê êrîşa tund rawestandine û bi pêş ve diçin. Ji ber dijwarbûna şer agahiyên zelal ne hatine bidest xistin. Dema nûçeya me dihate amadekirin de şerê dijwar di navbera sêgoşeya Şilo û gundê Tewra de berdewam dikir.
ŞENGAL