Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Mulhouse Hanim Can, ku roja Yekşemê dest bi nobedê kir, bal kişand ser girîngiya çalakiya ku 1.443 roj li dû xwe hiştiye. Can bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd ev 5 sal in nikare parêzerên xwe bibîne û li ser rewşa wî agahiya kesî nîne. Can destnîşan kir, ku ji ber vê rewşê ew di nava fikaran de ne û got, “Em dixwazin ev tecrîd bê rakirin û Rêberê me azad bibe.” Can da xuyakirin, ku weke gava destpêkê divê destûr ji hevdîtina bi parêzeran re bê dayîn. Hanim Can bal kişand ser komkujiyên li Kurdistanê tên kirin û anî ziman, bêdengiya dewletên Ewropayê ya li pêşberî polîtîkayên hilweşîn û qirkirinê tê wateya binpêkirina nirxên Ewropayê.
Çalakgerên din Yûsûf Çelîk, Cûma Kobanê û Xelîl Efrînî, ku wê heta roja Yekşemê nobedê bigirin, girîngiya azadiya Ocalan ji bo azadiya gelê Kurd destnîşan kirin. Çalakgeran ji Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn xwest, li dijî polîtîkayên qirkirin û tecrîdê yên hikûmeta AKP’ê ya faşîst, bibin yek.
Di çarçoveya çalakiyê de, berî çend mehan zêdeyî 20 hezar îmzeyên ji bo azadiya Ocalan hatibûn berhevkirin, radestî KE hatibûn kirin.
STRASBOURG