Nobeta li bajarê Fransayê Strasboûrgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, doh ji aliyê koma ji bajarê Elmanyayê Heilbronnê dewr hate girtin.
Nobetdarên hefteya bihurî, Kurdistaniyên ji bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê bûn. Koma ku di hefteya 322’an de nobet ji wan dewr girt a ji Heilbronnê jî ji 5 kesan pêk tê.
Çalakgeran nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan da û bêdengiya saziyên Yekîtiya Ewrûpayê û nexasim a CPT´yê şermezar kir. Çalakgeran got, “Em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe wergirin” û diyar kir ku heta agahiyê ji Ocalan bigirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
Nobedarên hefteya bihurî yên ji Stuttgartê jî gotibû, “Heta ku em agahiyê ji Rêberê xwe bigirin, em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
ANF/STRASBOURG