Nobeta ‘Azadî ji Ocalan re’ ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Franseyê Strasbourgê tê lidarxistin, bi tevlîbûna çalakgerên nû dewam dike.
Komeke nû ya ji 4 kesan a ji bajarên Montpellier û Avignonê nobet di hefteya xwe ya 268’an de dewr girt.
Endamên koma Bordeauxê, çalakî roja Yekşemê dewrî Fehmî Aydogan, Erol Baysûngûr, Mehmet Çerî û Mehmet Ateş ên ji bajarê Montpellier ê Fransayê, kir.
Fehmî Aydogan anî ziman ku ew li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Montpellierê tevlî çalakiyê dibin û îşaret bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Aydogan destnîşan kir ku Ocalan vîna siyasî ya Kurdan e û ew jî ji bo xwedî li vîna xwe ya siyasî derkevin, tevlî çalakiyê bûne.
Erol Baysûngûr ê ji bajarê Avignonê, li gel tecrîdkirina Ocalan, bal kişand ser girtina parlamenter, hevşaredar û siyasetvanên Kurd. Baysûngûr got, divê her Kurd li dijî van kiryaran rabe û çi ji dest tê bi vê armancê bike. Baysûngûr got, azadî bi tenê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mumkin e.
‘Nobeta Azadî ji Ocalan re” ji 25’ê Hezîrana 2012’an û vir ve bi rengekî bê navber dewam dike. Heta niha bi qasî 1500 Kurdistanî, Tirkiyeyî û dostên Ewrûpî beşdarî çalakiyê bûn. Hunermend, siyasetvan, rêveberên saziyên Kurdan û kedkarên çapemeniyê jî cihê xwe di nava çalakiyê de girt.
ANF/STRASBOURG