Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasbourgê, bênavber dewam dike. Nobetdarên vê hefteyê, endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJK-E) ne.

Nobeta 'Azadî ji Ocalan re' li ber avahiya Konseya Ewrûpayê di hefteya xwe ya 245. de ye. Hefteya bihurî Kurdistaniyên ji bajarên Elmanyayê Salzgitter, Peine û Hildesheimê nobet girtin. Jinên endamên TJK-E´yê jî roja Yekşemê nobet dewr girtin. Koma TJK-E, Resmiye Aslan, Naîme Hesen, Zelal Dogan û Rojîn Almas ên ji bajarên cuda yên Elmanyayê pêk tê.

Endamên TJK-E´yê, belavokên li ser nêrînên Ocalan li welatiyan belav dikin û bi rêya sohbetê agahiyan didin mirovên li herêmê.

'Têkoşîn wê dewam bike'

Li ser navê koma TJK-E´yê daxuyaniyek hat dayîn û hat destnîşankirin, ku jinên Kurd wê êdî esareta Ocalan a ku 18 salan didome, qebûl nekin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya taybet a ku Ocalan nîşanî jinên Kurd û yên gelemperiya cîhanê dide û hat ragihandin ku têkoşîna jinên Kurd a li dijî tecrîd û esaretê wê li Ewrûpayê bi xurtî dewam bike.

Nobeta 'Azadî ji Ocalan re', 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kir û bênavber her roj tê girtin. Çalakî li taxa Robertsau li ber avahiyên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê û gelek saziyên Yekîtiya Ewrûpayê hene.


STRASBOURG