Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) diyar kir ku 11’ê Tebaxê li Dersimê 6 gerîla şehîd bûne, ji van nasnameya diduyan diyar bûye.

Fermandariyê diyar kir ku şeş gerîla di şer de, ku şer tevahiya rojê dewam kir û ji hewayê bombekirin hebû, şehîd bûne. NPG´ê got, “Di şer de ku gelek eskerên dijmin hatin kuştin û birîndarkirin, hevalên me Atakan Mahîr, Ronî Munzur, Şoreş, Elî, Zinar û Rabûn bi awayekî fedaî şer kir û şehîd bûn.”

Di daxuyaniyê de hate gotin dema ku nasnameya çar gerîlayan mayî jî eşkere bû, ew ê bi raya giştî re wan  par ve kirin.

Nasnameya 2 gerîlayan wiha ye; Atakan Mahîr (Îbrahîm Çoban) ê li Mereşê ji dayikbûyî 11’ê Tebaxa 2018’an li Dersimê şehîd bû.; Ronî Munzur (Mahmût Laçîn) ê li Agiriyê ji dayik bûyî, 11’ê Tebaxa 2018’an li Dersimê şehîd bû.

Du fermandarên leheng

Fermandariya Biryargeha Parastina Gel, ji bo Atakan Mahîr got, “Hevalê me Atakan Mahîr bi tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê ya 25 salan bi wêrekî û fedakariyeke mezin ji Dersimê ta bi Başûrê Kurdistanê li gelek deveran peywira xwe bi cih anî. Li ser pêdiviyên têkoşîna şoreşger li qadên eskerî, siyasî, îdeolojîk û civakî bêyî ku ti cihêtiyê bixe nava wan, hemû peywirên xwe bi serketineke mezin bi cih dianîn. Hevalê me Atakan tim hay jê hebû ku têkoşîna me bi berdêl, fedekarî û zehmetiyên mezin hatiye kirin û li ku derê xebat zortir bû, ji xwe re esas didît ku li wir be, hevalekî wiha bijarte bû.

Em hevrêyên heval Atakan, ji bo ku em peywirên şoreşgerî ku wî ji me re hiştine bi serketî pêk bînin, em soz didin ku em ê kêferateke mezin bikin û teqez em ê hesabê Şehîdan bipirsin.”

   

NPG´ê ji bo Ronî Munzur jî got, “Hevalê me Ronî Munzur, salên 2000’î dema ku zanîngeh dixwend tevlî nav refên gerîla bûye. Hevalê me Ronî ku li gerîla, li Kelareş, Eyaleta Wanê û Qadên Parastina Medyayê û Eyaleta Erzeromê xebitî, li hemû qadên ku lê bû, bi hîsên berpirs tevlî nav xebatan bûye û ji bo ku têkoşîn geş bibe kêfareteke mezin kiriye. Hevalê me Ronî herî dawî bi peywira Endamtiya Rêveberiya Eyaleta Erzeromê, rabûye. Hevalê me Ronî ku fermandariya Akademiyên Şehîd Mahîr dikir, ji bo ku dewlemendiya taktîk û perwerdehiya taktîk bi pêş bikeve tecrûbeya xwe da hevrêyên xwe yên ciwan.”

 

ANF/BEHDÎNAN