Di mîtolojiyê de teyrê Sîmir, Phonix, Anqa û gelek teyrên bi heman rengî hene û ew pirranî sembola nûbûn, heqnasîn û kirasguhertinê ne jî. Herçî Phonix e, gelek kes difikirin ku elaqeya wî bi rojê re heye. Em ji mîtolojiya Îranî ya fermî qut bikin û li ya Kurdan binihêrin, ku Sîmir jî elaqeya wî bi rôje re heye. Qet nebe weke rojê dibiriqe. Phonox bi sed salan sax e û gava dimirie dibe agir û paşê ji agirê û xweliya xwe ji nû ve çêdibe. Di mîtolojiya Kurdan a dînî de jî teyrên bi vî rengî hene. Tawisî Melek yek ji van e ku ew tevahiya rêveberiya kar û barên dinyayê dike û ew di heman demê de di destpêka dinya me de jî bi dewreke diyarker radibe, ew li ser wê durrê kurk e, ew wê durê 40 hezar salan hildigire. Li cem Elewiyên Kurd jî teyrekî bi fonksiyoneke nêzî ya Tawisî Melke heye ku pêşî beriya mexlûqan hemûyan bi Heq dihise piştî damezrandina dinyayê. Em li vir bi bîr bixin ku Phonix jî pirraniya caran weke teyrekî mezin ê dişibe tawisekî hatiye sêwirandin.

Wêne: Phonix ji xweliya xwe ji nû ve çêdibe. Ji kitêba bi navê Book of Mythological Creatures (Kitêba mexlûqên mîtolojîk) a Friedrich Johann Justin Bertuch (1747-1822)

 

 NAVENDA NÛÇEYAN