Pirtûkxaneya ku ji aliyê şaredariyê ve hat avakirin ji bo ciwanên xwendekar bû tîrêj û ronahiya hêviyê. Zarokên Kurd tên li vir lêkolîn dikin û ji ber çavkaniyên dewlemend fêrî wêje, zanist, huner, mitolojî, tenduristî, siyaset û gelek beşên din dibin. Pirtûkxane ciwanan ronî dike û bû ronahiya hêviyê.

Pirtûkxaneya ku 18 hezar pirtûk lê heye, ji bo xwendin û lêkolînê bûye navenda herî zindî. Midûrê Pirtûkxaneyê Koçer Seven, anî ziman ku li gorî dawazan li pirtûkxaneyê dersa Kurdî jî didin û wiha got: "Herî zêde pirtûka bi navê “Fermo bi Kurdî” rastî eleqeyek mezin tê. Li navçeyê çanda xwendinê berê pir kêm bû. Lê piştî şaredariyê pirtûkxane vekir ji bo ciwanên Elbakê pir baş bû. Bi rêya pirtûkxaneyê êdî ciwan tên li vir lêkolîn dikin û perwerde dibin. Niha 18 hezar pirtûkên me hene."
Seven, da zanîn ku ji bo çanda xwendinê pêş bixin malpera webê vekirin û li ser malperê aboneyên xwendina pirtûkan pêş xistin û wiha got: "Niha nêzî hezar û 80 aboneyên me yên xwendina pirtûkan hene. Heftê 100 kes tên pirtûk distînin û dixwînin.
Seven, da zanîn ku wan pirtûkên xwe şên zêde şandin gundan û li gundan jî pirtûkxane ava kirin û wiha got: "Me li nezî 10 gundan pirtûkxane ava kir. Me ligorî beşan pirtûkxane vekirin. Li ser dirokê, wêje, şano, çand û hunerê û dîsa liser zimanê Kurdî me beş vekirin. Gelek kovarên Kurdî jî hene. Me bi ciwanên ku hatin pirtûkxaneyê re niqaş pêş xistin û em rexne û pêşniyarên wan jî distinin. Gelek xwendevanên me yên paş û pêşketî hene."
Seven, da zanîn ku ew xelatan jî didin xwendekaran û xwendekarê ku heri zêde pirtûkan dixwînin pirtûkan diyarî wan dikin. Seven, anî ziman ku herî zêde pirtûka Kurdî ya "Fermo bi Kurdî" rastî eleqeyek mezin tê. Seven, da zanîn ku li gorî daxwaz û pêdiviyê perwerdehiya Kurdî jî didin. 

DÎHA/WAN