Hate ragihandin ku di hevdîtinên El Ibrahîmî de tenê niha dixwaze li nerînên hemû aliyan guhdarî bike. Niha ew tu pêşinyaran an j îli gorî planeke amade tevnagere, tenê dixwaze pêşî li hemû aliyan guhdarî bike û paşê li gorî nerînên hemû aliyan hewl bide ku hin xalên hevbeş bide pêş li ser bingeha wê planekê bipêş bixe.
Welîd El Mûelim di hevdîtina xwe ya bi Ibrahîmî re li ser welatên ku piştgiriya çekan didin komên çekdar rawestiya û wiha got: ‘Divê welatên ku komên çekdar bi çek dikin wan dihewînin û perwerde dikin dest ji wê piştgiriyê berdin’. Dê Ibrahîmî piştî Mûelim bi Beşar Esed re jî hevdîtinê bike û di çarçoveya vê serdanê de dê bi hin aliyên muxalefeta Sûriyeyê re jî hevdîtinan bike û li wan guhdarî bike.

Li Helebê şerê dijwar 

Jı aliyekî din ve di demekê de ku behsa mijara piştgiriya çekan tê kirin, Wezîrê parastinê yê Fransayê da xuyakirin ku dê welatê wan çekan ji muxalefeta Sûriyeyê ya çekdar re neşîne. Wezîrê parastinê wiha got: welatê me ne îro ne jî sibe nafikire ku tu alîkariya çekan bi muxalefeta Sûrieyyê re bike’. Li Helebê şerên dijwar berdewam dikin û gelek taxên Helebê rastî gulebarana bi Helîkopterên şer hatiye. Li gorî çavkaniyên muxalefetê çekdarên wan xwe gihandine taxa Meydan ku taxa herî stratîjîk a bajarê Helebê ye, lewre jî hêzên dewletê êdî wan taxan jî gulebaran dike.

Leşkerê Kurd hate kuştin 
Hat ragihandin ku leşkerê Kurd ê bi navê Fayîq Henîf di encama pevçûnek li bajarê Dêrzorê yê di navbera artêşa rejîma Sûriyeyê û Artêşa Sûriyeyêya Azad de jiyana xwe ji dest da.  Hat diyarkirin ku ciwanê Kurd Fayîq Henîf ê 21 salî, ji gundê Qîbarê yê herêma Efrînê li dayîk bûye. Henîf gava li Derazorê leşkeriya rejîmê ya neçarî dikir, di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da.
Herî dawî di 10 ê Îlonê de, pevçûnek li herêma Hufêra ya Şamê qewimî. Di encama pevçûnê de leşkerê Kurd Nêçîrvan Hedat û 7 leşkerên Suriyeyê hatin kuştin. Cenazeyê Hedat li gundê wî hate definkirin. Dayika Hedat Zeynef Sîdo, got ku di dema pevçûnê de kurê wê li wê geriyaye û gotiye, "Vaye ez dibînim hevalên min li ber çavên min tên kuştin. Ez dixwazim bêm malê, lê nahêlin." Sîdo bang li hemû malbatên Kurd kir û xwest ku zarokên xwe neşînin leşkeriyê.
Hêjayê gotinê ye Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku Rojavayê Kurdistanê û bajarên mezin ên Sûriyeyê paytext Şam û Helebê Kurdan diparêzin, gelek caran bang li ciwanên Kurd kirine ku neçin leşkeriya rejîma Sûriyeyê. Li ser vê bangê keç û xortên Kurd tevlî nava refên YPG ê dibin û gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê diparêzin. YGP ê di 19 ê Tîrmehê de ango di dema rizgarkirina bajarê Kobanîyê de bi awayeke fermî avabûna xwe ragihandibû.

ŞAM